‎`Em ê projeya xwe ya demokratîk biparêzin`‎

Dayik û jinên ciwan ên Kobanê da zanîn ku ew ê li kêleka hêzên leşkerî yên YPG, YPJ ‎û QSD'ê bin û herêmê biparêzin û diyar kirin ku çiqas êrişên dagirkeriya Tirk dijwar bin jî, wê têk bibin. ‎

‎`Em ê projeya xwe ya demokratîk biparêzin`‎
3 tîrmeh, 2022   06:00
KOBANÊ

Bertek û nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker ên ‎li dijî herêmê didomin. Gelên herêmê eşkere kir ku wê rêya têkoşînê bidom bidomînin.

Girêdayî mijarê, welatiya bi navê Evîn Elî ya ji bajarê Kobanê behsa rola jinan di civakê de kir û ‎got: "Jin bingeha civakan e. Ew nifşan bi axê ve girê dide. Di parastina xakê de jin roleke sereke ‎dilîze, ji ber ku di oxira parastina welêt de, fedakariyên mezin dide û zarokên xwe ‎fedayî wê dike.”  ‎

Evîn Elî wiha domand: "Jin dev ji axa xwe bernadin, ji ber ku ev ax ji bo zarokên wê ‎pîroz e. Kobanê bi saya fedekariya şehîdan hat rizgarkirin."‎

‎'BI SAYA FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN EM ÎRO BI RÛMET LI SER XAKA XWE DIJÎN'

Der barê heman mijarê de, welatiya bi navê Emîne Mistefa jî diyar kir ku şênî bê xak û welat ‎tune ye û îşaret bi girêdana jinan bi xakê kir û got: "Ev xak bi saya fedakariyên şehîdan hat ‎rizgarkirin, ji ber wê jî ew biha û pîroz e. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin, ‎axa xwe ji dijmin û dagirkeran re nehîlin. Bi saya fedekariyên şehîdan em îro li ser axa xwe bi ‎rûmet dijîn."‎

Emîne Mistefa îşaret bi vîna xurt a jinên kurd kir ku ji vîna dayikên berxwedêr û têkoşer girtine ‎û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker çi dike bila bike, lê gef, bikaranîna ‎penaberên wek belgeyeke fişarê li ser cîhanê, bê feyda ne. Em dev ji axa xwe bernadin. Dê bi ‎vîna gelê xwe yê xurt bi ser kevin.”‎

‎'EM Ê BI TÊKOŞÎNA ŞERVANÊN XWE YÊN YPG, YPJ Û QSD'Ê SERKEFTINÊ MISOGER BIKIN'

Têkildarî mijarê, Eliye Îsmaîl Mihemed diyar kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze xaka bav û kalan ‎dagir bike, lê ew ê bi hêz û têkoşîna keç û xortên xwe yên YPG, YPJ û QSD'ê serkeftinê ‎misoger bikin.‎

Elye Îsmaîl Mihemed teqezî bi girîngiya berxwedanê kir û got: "Ê ku li ser xaka xwe şehîd dibe, ‎bi rûmet û serfirazî şehîd dibe, lê yê ku dev ji xaka xwe berdide û berê xwe dide xakên ‎biyaniyan ji bo pereyan, dikarîbû li ser xaka xwe bi serfirazî bijiya. Em bang li gelên herêmê ‎dikin ku ji gefên dagirkeriya Tirk netirsin. Erdogan nikare tiştekî bike, em xaka xwe ji Erdogan û ‎xeynî wî re nahêlin."‎

Bertekên li dijî gefên dagirkeriya Tirk ne tenê ji aliyê dayikan ve hatin nîşandan, her wiha jinên ‎ciwan ên Kobanê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û îşaret bi girîngiya rola xwe ‎wek ciwan di parastina herêmê de, kir.

Avaşîn Misto ya ji bajarê Kobanê wiha anî ziman: "Ji aliyekî ve dewleta Tirk a dagirker êrişên ‎xwe bênavber li ser herêmên me didomîne, ji aliyekî din ve jî bi rêya şerê taybet dixwaze ‎moralê gel têk bibe û wî lewaz bike ji bo projeya demokratîk a li herêmê têk bibe."‎

‎'EM XWEDÎ ÎRADEYEKE XURT IN Û EM BI FIKRÊ RÊBER OCALAN BAWER IN'‎

Di berdewama axaftina xwe de Avaşîn Misto diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya şerê taybet ê ‎ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin jinan bi taybetî hedef digire, ji ber ku dizane jin  ‎bingeha civakê ye û dikare wê bi rê ve bibe, bi taybet jî jinên ciwan. Ji ber ew stûna civakê û ‎şoreşa 19'ê Tîrmehê ne û wiha anî ziman: "Em xwedî îradeyeke xurt in û em bi fikir û felsefeya ‎rêber Ocalan bawer in û ji xwe re esas digirin."‎

Her wiha, Rozîv El-Bişrî ji ber domandina êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Kurdistanê yên ‎cuda hişyarî da û wiha got: "Bi nêzîbûna bidawîbûna peymana Lozanê re dewleta Tirk a dagirker hewl dide rûbera dagirkeriya xwe fireh bike û tev li xaka xwe bike. Ji ber ji gelê Kurd û têkoşîna wî ditirse vê yekê dike." ‎

Dîcle Hesen jî wiha anî ziman: "Ji destpêka îsal ve dewleta Tirk a dagirker êrişên ‎xwe yên li dijî gelê Kurd bi taybetî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin da ku ‎nehêle çi statûyeke kurdî li herêmê ava bibe. Ji ber wê dijminatiya kurdan dike û êrişên qirkirinê pêk tîne." ‎

Dîcle Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd tu carî têkoşîna xwe li dijî ‎êrişên dagirkeriya Tirk û piştgiriya xwe ya ji gerîla re ranewestandiye. Ji ber gerîla ew zarokên vî ‎welatî ne û wiha got: "Em ciwan dê ji bo rizgarkirina Kurdistanê ji dijminan û ‎parastina projeya demokratîk li herêmê têkoşîna xwe bidomînin.‎

‎(mh)‎

ANHA