Li sernaserê Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin

Duh êvarê li gelek bajarên Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin. Organîzatorên xwepêşandanên ciwanan jî amaje bi îsyana sivîl kirin û teqez kirin ku êdî sebira wan nemaye.

Li sernaserê Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin
2 tîrmeh, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li gelek bajarên Lîbyayê xwepêşandan pêk hatin û li hemberî hebûna çeteyan, komên çekdar, nakokiyên aliyên siyasî û rewşa jiyanî ya xirab, xwepêşandêran hêrsa xwe nîşan da.

Organîzatorên xwepêşandanên ciwanan gotin ku ew ê heta pêkanîna armancên xwe, xwepêşandanên aştiyane bidomînin, her wiha teqez kirin ku êdî sebira wan nemaye û amaje bi pêkanîna îsyana sivîl kirin.

Li gorî daxuyaniya "Şepêla Baltrîs a Ciwanan", organîzatoran spasiya ciwanên li tevahî Lîbyayê kir ku banga welat bi cih anîn û ji bo mafên welatiyan ên sereke derketin xwepêşandanan.

Her wiha Meclisa Serokatiya Lîbyayê vê berbangê daxuyaniyek da û got: "Em bûyerên dawîn yên li seranserê Lîbyayê dişopînin û heta mîsogerkirina vîna gelê Lîbyayê ya guhartin û veguhartinê ew ê meclis di nava amadekariyê de be."

Li gorî daxuyaniyê Meclisa Nûneran a Lîbyayê jî ragihand ku xwepêşandanên aştiyane û derbirandina nêrînê mafê welatiyan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh êvarê li gelek bajarên Lîbyayê li dijî hebûna çeteyan û komên çekdar, nakokiyên siyasetmedaran û rewşa jiyanî ya heyî, xwepêşandan derketin.

Xwepêşandêran êrişî avahiya parlamantoyê ya li bajarê Tebreq ê rojhilatê welat kir, komeke din jî li rojavayê welat xwepêşandan orgenîze kirin.

(eh)