Îsraîlê li djiî başûrê Tartûsê êriş pêk anîn

Artêşa Îsraîlê îro bi moşekan êrişî gelek cihên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê yê Sûriyê kir, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Îsraîlê li djiî başûrê Tartûsê êriş pêk anîn
2 tîrmeh, 2022   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke bi ser hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî leşkerî girtine, ragihand ku vê sibê derdora saet 06: 30`an artêşa Îsraîlê bi moşekan gelek cihên mirşîkan ên li derdora bajarokê Hemîdiyê yê başûrê Tartûsê kiriye armanc.

Çavkanî destnîşan kir ku di encama êrişê de du welatî birîndar bûne yek ji wan jin e û ziyanên madî çêbûn.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Îsraîlê di salên derbasbûyî de bi sedan car êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê kiriye û vê dawiyê asta êrişên xwe zêdetir kiriye.

(eh)