Encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an îro tên ragihandin

Encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an ên pergala nirxandinê û pergala serbest li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê îro di saet 16:00`an de bên ragihandin.

Encamên ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an îro tên ragihandin
2 tîrmeh, 2022   07:33
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya malperên xwe re ragihand ku dê îro di seat 16:00`an de encamê ezmûnên xwendekarên refên 9 û 12`an ên sala perwerdeyê ya 2021-2022'an ên pergala nirxandinê (giştî) û pergala serbest (hur) eşkere bike.

Encamên ezmûnên xwendekarên herêma Cizîrê wê li ser vê lînkê were ragihandin: http://desteya-pfhc.com/

Ji bo xwendekarên herêmên Firatê dê encamên wan li ser wê lînkê werin ragihandin:

https://bit.ly/3nwJhp9

Xwendekarên herêma Efrînê jî dikarin bi rêya vê lînkê encamên xwe nas bikin:

https://bit.ly/3nvXRgG  

(sb)

ANHA