Bahoz ê 14 salî bi stranan hezkirina xwe ji warê xwe re îfade dike

Kêm caran, behre derbasî nifşê din bibin, lê rewşa zarokê efrînî Bahoz Elûş ê 14 salî cuda ye. Wî ji bavê xwe behreya stranbêjiyê wergirtiye.

Bahoz ê 14 salî bi stranan hezkirina xwe ji warê xwe re îfade dike
2 tîrmeh, 2022   06:12
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN-XANDÎ ELO

Bahoz Elûş ji gundê Qurnê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Dema 9 salî bû diçû Navenda Çand û Hunerê. Niha li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dimîne.

Bahoz ji ajansa me re derbarê behreya xwe de axivî û got: “Min hewsê ya bi stran û lêdana amûrên mûzikê, di 9 saliya xwe de keşf kir. Min îlham ji bavê xwe dibir. Gelek alîkariya min kir ji ber ku stranbêjr e û di lêdana biziqê de pispor e. Piştre ez tev li Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Bilbilê bûm û dest bi perwerdeya stranbêjiyê kir.”

Bahoz, stranên ji gotin û awaza bavê xwe Ferhad Elûş vedibêje ku ji gelek salan ve di vî warî de pispor e û heta roja me ya îro di nav Tevgera Çand û Hunerê de ye.

Der barê gotinên stranan de Bahoz Elûş got: “Stranên ku ez dibêjim, gotin û awazên wê yên bavê min in. Piraniya wê li ser hezkirina welêt û xwezaya Efrînê ye. Bi rêya stranbêjiyê, ez hezkirina xwe ya bi gund û Efrînê îfade dikim. Birîna ku koçberiyê çêkiriye, nayê hev. Ji bo ez ji rewşa ku em tê de dijîn derkevim, stranbêjî rêya min ya yekane ye. Ez wê wek cureyeke berxwedanê dibînim ku em li hember dagirkirina nîşan didin yên ku hewl dan çand û mafên me qir bikin. gotinên stranan, berxwedan, êşên bi hezaran efrînî yên ku li Şehbayê li ber xwe didin rave dikin.”

Bahoz tev li şahî û boneyên Tevgera Çand û Hunerê dibe ku li Kampa Berxwedan li dar dikevin.

Der barê vê yekê de Bahoz got: "Ez beşdarî şahî û çalakiyên hunerî yên ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve li Kampa Berxwedan û derve tên organîzekirin, dibim û bi awayekî komî û takekesî stranan pêşkêş dikim."

Di dawiyê de Bahoz hêvî kir ku dengê xwe bigihîne aliyên têkildarî parastina mafên zarokan û wiha domand : “Ez dixwazim wek zarokekî Efrînê dengê xwe ragihînim hemû aliyên mafên mirovan diparêzin; ez dixwazim vegerim axa xwe û mafên xwe bi dest bixim.”

Bavê Bahoz Ferhad Elûş diyar kir ku dema ku wî cara yekem dengê kurê xwe bihîstiye, pê hesiya ku divê piştgiriya wî bike û wiha got: “Evîndariya Bahoz ji hunerê, bi taybet ji stranbêjiyê re heye û dengekî wî tije hest heye ku guhdarên wî dikişîne. Ji ber vê yekê min dît ku divê bi berdewamî alîkariya wî bikim û rê li ber wî vekim ku bigihêje serkeftinê."

Ferhad Elûş got: “Bavê min (bapîrê Bahoz) stran digotin û min stranbêjî wek mîras jê girtiye û dê bidim zarokên xwe.”

Elûş wiha domand: “Huner, rastiya civakê ye û divê bê parastin. Em dixwazin dîroka xwe û rastiya kurdan biparêzin. Cîhanê bi çand û hunera xwe bidin nasandin. Ji ber huner, rastiya civakê ye, ez bang li hemû malbatan dikin ku rê li pêşiya zarokên xwe veke da ku fêrî huner û çanda kurdî bibin.”

Bahoz, li gel xwendina xwe, xwe li ser stranan perwerde dibe. Ew hêvî dike ku li kantona Efrînê piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bibe, stranbêjiyê bike.

(şx)

ANHA