​​​​​​​Ambargoya li ser herêmê DAIŞ'ê xurt dike

Civata navneteweyî durûtiya xwe di dosyaya mirovî ya li Sûriyê de didomîne û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên ku di sînor re derbas dibin, bê par hiştine. Ev yek aloziya mirovî kûrtir dike û hewldanên qedandina koka DAIŞ'ê lawaz dike.

​​​​​​​Ambargoya li ser herêmê DAIŞ'ê xurt dike
2 tîrmeh, 2022   03:22
KOBANÊ

Biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya gihandina alîkariyan di deriyên sînor de 10'ê Tîrmehê bi dawî dibe. Ev biryar ku piştî salekî bi dawî bibû, carek din hatibû nûkirin. Tê gotin ku dibe Rûsya mekanîzmeya gihandina alîkariyan rawestine, ku tenê bi rêya hikumeta Şamê re werin derbaskirin. Civata navneteweyî pêwîstiya herêmên din bi alîkariyan paşguh kirine, nemaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zêdetirî 5 milyon sûrî lê dijîn, ji sala 2011'an ve ji alîkariyan bê par hiştiye

ALÎKAR Û BERJEWENDIYÊN SIYASÎ

Di sala 2014'an de Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destûr da ku alîkar di deriyên sînor ên bi Iraq, Urdin û Tirkiyê re bêyî erêkirina hikumeta Şamê derbasî herêmên derveyî serweriya wê bibin. Kar heta 2020'î bi vê mekanîzmeyê dewam kir.

Di sala 2022'yan de, ji ber zextên Rûsya û Çînê êdî alîkar tenê di deriyê Bab El-Hewa yê Idlibê re derbas bûn. Ev derî jî di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ye ku beşek ji rêxistina El-Qaîde ya di lîsteya rêxistinên terorîst de ye.

Ji wê demê ve deriyê Til Koçer ê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de girtî ye. Beriya di vî deriyê re alîkariyên mirovî yên navneteweyî dighiştin bi milyonên mirovên li herêmê.

Alîkarî di deriyê sînor ê Bab El-Hewa de dewam kir. Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya par, ev biryar destpêka Tîrmeha bê bi dawî dibe. Lê Rûsya careke din gefan dixwe ku mekanîzmeya şandina alîkariyan di vî derî re bi dawî bibe.

Rûsya israr dike ku tevahî alîkariyên ku ji derveyî tên Sûriyê, bi rêya xetan ne sînoran derbasî herêmên derveyî serweriya hikumeta Şamê bibin, da ku ji bo berjewendiyên siyasî bi kar bîne.

BÊPARHIŞTINA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI ALÎKARIYAN HEWLDANÊN QEDANDINA TERORÊ LAWAZ DIKE

Bê guman bêparhiştina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyan bandoreke neyinî li rewşa mirovî ya li herêmê dike ku di esas de dijwar e. Ji ber ku ev herêm hejmareke mezin ji koçberên Sûriyî  dihewîne. Lê pirsgirêka herî xeter dosyaya şerê li dijî terorê ye.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi salan şerê çeteyên DAIŞ'ê hate kirin, ku di Adara 2019'an de ji aliyê QSD'ê ve li Baxoza Dêraozrê hate tunekirin. Lê şaneyên DAIŞ'ê hîna bi dawî nebûne û bi xurtî gefan li ewlehiya Sûriyê dixwe.

Li gorî gelek nêrînan, hewldanên tunekirina komên terorît bi xebatên siyasî û ewlehî tenê sînordar namînin, lê divê hewayeke guncaw wekî îstiqrara siyasî û geşkirina aborî werin peydakirin ku dawî li fikirê wan ên tundraw were anîn.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Hevserokatiya MSD'ê û nûnerê wê yê li Washingtonê Besam Seqir got: "Ceza rejîm hilneweşandine, lê her tim bandorê li gel dike. Ceza bandorê li rewşa aborî dike, bi vê yekê ji bo DAIŞ'ê hêsan dibe ku ciwanên pêwîstiya wan ên madî hene, tev li xwe bike. Xizanî û hewcedarî bandoreke neyinî dike, fikirê tundraw, nefretî û kînê li hember kesên ku ceza li ser gelan dibirînin, zêde dikin. Ev yek dihêle ku rêxistinên tundraw û terorîst sûdê ji vê rewşê bigirin."

Seqir îşaret pê kir ku cezayên ku li ser herêmên Sûriyê hatine birîn ne adil û wiha domand: "Ev ceza gel, ne sîsteman dike hedef. Ya ecêb herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê terora DAIŞ û hevkarên wê têk birine ye. Amerîka zextê ji bo vekirina deriyê Til Koçerê nake. Tunebûna desteka siyasî ji aliyê Amerîkayê ve wê bihêle ku DAIŞ bi hêsanî vegere, herêm bê îstiqrar bibe û dawî li DAIŞ'ê neyê."

DAIŞ JI TUNEBÛNA ÇARESERIYA SIYASÎ Û GEFÊN TIRKIYÊ SÛDÊ DIGIRE

Di rojên dawî de çalakiyên DAIŞ'ê tevgera DAIŞ'ê zêde bûn. Bi navê ''şerê tohildana herdu şêxan'' çalakî dane destpêkirin. Ev tevger hemwextî gefên nû yên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Di Çileya îsal de, şaneyên DAIŞ'ê êrişeke mezin birin ser girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê û hewl dan girtiyên xwe birevînin. Ev dide diyarkirin ku DAIŞ hîna li ser xwe ye û dikare vegere kengî ku mercên guncaw jê re peyda bibin.

Nûnerê MSD'ê yê li Washington Besam Seqir diyar kir ku gefên domdar ên Tirkiyê bandorê li parastina îstiqrarê û vegera DAIŞ'ê dike. Her wiha got: ''Divê îsiqrar û geşkirina mayînde were parastin, derfetên kar ji hemû re were peydakirin, rewşa aborî were pêşxistin, xebatên jinûve avakirinê werin kirin, her wiha proseya siyasî ya rasteqîn were destpêkirin ku hemû pêkhateyên Sûriyê temsîl bike. Bêyî vê yekê fikirê DAIŞ'ê bi temamî naqede."

Besam Seqir anî ziman ku Rêveberiya Xweser û MSD'ê derveyî prosesya siyasî ne ev tê wateya ku temsîla tevahî pêkhateyên Sûriyê nayê kirin.

ANHA