Kurd qebûl nakin ku bibin qurbaniyên berjewendiyên hêzên îdiaya demokrasiyê dikin

Şêniyên bajarê Qamişlo biryarên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û gotin, ew ê şoreşa xwe biparêzin.

Kurd qebûl nakin ku bibin qurbaniyên berjewendiyên hêzên îdiaya demokrasiyê dikin
2 tîrmeh, 2022   01:43
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

29 û 30'yê Hezîranê NATO'yê bi armanca nirxandina şerê Rûsya –Ukraynayê  civîneke sê alî li paytexta Madrîd Spanyayê li dar xist. Lê mijar veguherî girtina biryaran li dijî hebûna kurdan.

Komîtya Têkiliyên Derve ya PKK'ê li ser mijarê daxyaniyek da û got, gavên berfirehkirinê ya NATO’yê, ku bi erêkirina Tirkiyê Swêd û Fînlandiyayê tev lê bibin, îlankirina dijminhatî li kurdan e.

30'ê Hezîranê pêkhateyên kantona Qamişlo li dijî vê biryarê daketin qadan.

Bertekên li dijî biryarên NATO'yê zêde dibin.

/kr/uploads/files/2022/07/01/195633_-.webp

Welatiya bi navê Eqlîma Hisên bal kişand ser civînên NATO yên di navbera hêzên navneteweyî de û got: "Lihevkirinên li ser esasê berjewendiyên kesayetî vîna me naşkîne. Kurd tu carî ji êriş û lihevkirinên wan netirsiyane."

Eqlîma Hisên anî ziman ku ew li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya bi QSD'ê re dewam bikin û wiha domand: "Em ê li hemberî hemû êriş û siyasetan serî hildin. Em ê li qadan bin, piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin."

'DIXWAZIN HERÊMÊ BIKIN QURBANIYÊN BERJEWENDIYÊN XWE'

/kr/uploads/files/2022/07/01/195700_-.webp

Welatiyê bi navê Hisên Hec Hesen lihevkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir  û wiha anî ziman: "Jiyana bi aştî û ewlehî mafê me yê rewa ye. Em ê bi hemû rêbazên siyasî, fikirî û leşkerî li hemberî hemû êrişan li ser xwe li ber xwe bidin. Divê em hemû xaka xwe ku bi xwîna bi hezaran şehîdan rizgar bûye, ji komplo û lihevkirinan biparêzin."

Hec Hesen destnîşan kir ku rewş pêvajoya bazariyê derbas kiriye û got: "Niha herêmên me dikin qurbaniyên proje û planên xwe."

' EM Ê DOZA XWE JI LIHEVKIRINÊN QIRÊJ BIPARÊZIN'

/kr/uploads/files/2022/07/01/195721_-.webp

Selahedîn Helbo jî da zanîn ku ji dîrokê ve hêzên herêmî bi lihevkirinên xwe yên qirêj mafên rewa yên kurdan çewisandin û niha hewl didin hema tiştî bikin.

Helbo got: "Em vê carî serî ji siyasetên wan re danaxin. Em ê doza xwe, şoreşa xwe ya demokratîk, kurdîtiya xwe bi tevahî îradeya xwe biparêzin."

Selahedîn Helbo bang kir ku divê dewletên ku îdiaya demokrasiyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî lihevkirinan li dijî gelan îmze dikin, projeya Rêveberiya Xweser mînak ji xwe re bigirin.

' EM Ê DI XENDEQEKÎ DE BI HÊZÊN XWE RE BIN'

/kr/uploads/files/2022/07/01/195743_-.webp

Welatiya bi navê Fatma Hesen Casim îşaret bi berxwedan û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi hev re li gorî fikirê neteweya demokratîk û biratiya gelan dijîn. Em ê di refekê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bisekinin, em ê nehêlin ku xaka me dagir bike."

Fatma Hesen Casim diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriya xwe bi QSD'ê re bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Were xwestin em ê çek rakin û di yek xendeqî de li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin. Yên ku parastina xakê dikin xwediyên wê ne û em ê xaka xwe biparêzin."

ANHA