​​​​​​​'Heval Ferhad sembol û nimuneya têkoşînê ye'

Hevreyên şehîd Ferhad Şiblî diyar kir ku şehîd Ferhad mohreke di bîra wan de hişt û gotin dê xeta wî bişopînin heta ku armancên wî bi ci bînin.

​​​​​​​'Heval Ferhad sembol û nimuneya têkoşînê ye'
2 tîrmeh, 2022   00:47
ŞEHBA –ELî GEDRO

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Ferhad Şiblî ku ji bo tedawiyê çûbû Başûrê Kurdistanê, di 17'ê Hezîranê de di êrişeke balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Kelarê ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de şehîd bû. Şehadeta wî bandoreke mezin li kesên ku wî nas dikirin, kir.

Fehad Şiblî di sala 1993'yan de dest bi têkoşînê kir, di sala 1997'an de lingekî xwe winda kir, lê tevî vê yekê rêwîtiya xwe ya têkoşînê ranewestand. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke mezin di serxistina şoreşê, avakirina Rêveberiya Xweser û birêxistinkirina civakê de list.

Ferhad Şiblî du salan li kantona Efrînê  karê rêxistinî da meşandin. Hevalên wî têkoşîna wî bi bîr tînin.

Yadê Şaziya Îbrahîm bi van gotinan behsa kesayeta şehîd Ferhad Şiblî dike: "Ji sîfetên herî girîng ên heval Ferhad ew e bi mezinan re mezin bû û bi zaorkan re mîna zarokan bû. Ji bo min zehmet e ku kesayeta wî wesif bikin. Guh nedida mercên zehmetî, zehmetî li pêşiya erkên wî yên têkoşînê nedibû asteng."

Yadê Şaziya diyar kir ku şehîd Ferhad bi kesayeta xwe xelk bi taybet ciwan bi aliyê xwe ve dikişandin, ciwan bi kesayeta wî bandor dibûn û got: "Heval Ferhad sembol û nimuneya têkoşînê ye."

Yadê Şaziya gotina şehîd Ferhad bi bîr tîne ku diogt: "Em rihê berxwedanê ji hevalên xwe yên li zindanan de digirin, em gotina şehîd Mezlûm Dogan a berxwedan jiyan e, esasê têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve digirin."

Di dawiyê de yadê Şaziya Îbrahîm got: "Xweziya min li gel dayika şehîd Fehad bûme û min li ser gora wî hest pêre parve kiriba."

Dayika bi navê Fîda Fayîq jî diyar kir ku têkoşer Ferhad bi salan li Efrînê kar kir û got: "Şehadeta heval Ferhad mîna qutkirina parçeyek ji giyanê me bû. Şehîd Fehad bi salan li Efrînê têkoşiya, her tim ji bo me çavkaniya moralê bû. Gotinên ku dikirin bi cih dianî."

Yadê Fîda Fayîq behsa têkoşîna şehîd Ferhad Şiblî li Efrînê kir û got: "Bi salan min bi heval Ferhad re kar. Ew sal bê zehmetî derbas nebûn, lê ew zehmetî hêza domandina kar dida ku bi derfetên biçûk serkeftinên mezin pêk bînin."

Hevalê şehîd Ferhad Şiblî, Arif Şêxo îşaret bi têkoşîna şehîd Ferhad dema ku li Efrînê bû kir û ev tişt anî ziman: "Min bi heval Ferhad re li çiya, di nav darên rez û zeytûnên Efrînê de dest bi kar kir. Kesayetekî civakî û rewşenbîr bû, dikarî di aliyê fikir de civakê bi rêve bibe. Dema damezirandina meclisan li Efrînê me bi hev re bê navber kar dikir."

Şêxo diyar kir ku xebat ku şehîd Ferhad kiriye, hêja û bi nirx e û got: "Di  merasîmê sersaxiyê yê şehîd Ferhad de kêliyên kar ên bi heval re, rola wî ya pêşeng di rêxistinkirina şêniyan û damezirandina Rêveberiya Xweser li Efrînê de dihatin bîra min. Karê ku şehîd Ferhad di vê rêyê de kiriye hêje û bi nirx e."

Arif Şêxo soza ku bi şehîd Ferhad re dabû  ku dê têkoşînê ta pêkanîna azadiyê bidomîne nû kir û got: "Li Efrînê şoreşgerek û welatparêzeke nine ku heval Ferhad nas nake. Ji ber ku destkeftiyên ku li Efrînê hatin bidestxistina û Rêveberiya Xweser a hatî avakirin, berhemên xebata wî û hevalên wî bûn."

ANHA