ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-07-2022
1 tîrmeh, 2022   23:00

-Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkerî û xiyanetê gereke bi erebeyan li dar dixin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Civata navneteweyî durûtiya xwe di dosyaya mirovî ya li Sûriyê de didomîne û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên ku di sînor re derbas dibin, bê par hiştine. Ev yek aloziya mirovî kûrtir dike û hewldanên qedandina kola DAIŞ'ê lawaz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevreyên şehîd Ferhad Şiblî diyar kir ku şehîd Ferhad mohreke di bîra wan de hişt û gotin dê xeta wî bişopînin heta ku armancên wî bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Qamişlo biryarên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û gotin, ew ê şoreşa xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-''Rêxistina El-Qaîde'', siyasetên hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Qeterê bi kar anîn da ku tevgera xwe li Sûriyê firehtir bike û hewl bide xwe di bin navên cuda de veşêre. Gelo şert û mercên ku hiştin El-Qaîde li Sûriyê fireh bibe çi ne? Armancên vê rêxistinê di pêşerojê de çi ne?

RAPOR

- Di vê dawiyê de li beyara Sûriyê tevger anku êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê zêde bûne. Lêkolînerekî kar û barên komên islamî got: "Sedemên ku hiştine heta niha DAIŞ'ê bi dawî nebe, bêîstîqrariya siyasî û hebûna çeteyan li herêmên dagirkirî.''

ÇAND Û HUNER

- Kêm caran, behre derbasî nifşê din bibe, lê rewşa zarokê efrînî Bahoz Elûş ê 14 salî cuda ye. Wî ji bavê xwe behreya stranbêjiyê girt ku wî jî ji bavê xwe ev behre wergirtiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-‘Bûyîna aşiqê dijminê xwe’ navê wê sendroma Stockholmê ye. Cûreyeke sendromê ye ku navê xwe ji dizîna bankeyekê ya sala 1973’an li Paytexta Swêd Stockholmê pêk hatî girtiye. 4 xebatkarên di dizîna bankeyê de dîl dihatin girtin, bûna aşiqê dizan, ji ber alîkarîdayîna wan weke sendrom hatibû pênasekirin.

ANHA