Li Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî 6 welatiyên din revandin.

Li Efrîna dagirkirî 6 welatiyên din hatin revandin
30 hezîran, 2022   14:58
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, çeteyên "Feyleq El-Şam'' yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Biîyê yê navçeya Şêrawayê, di nav de jin, bi giştî 6 kes revandin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev; Mehmûd Derwîş, Zeyneb Elûş, Hemîde Cûma, Ferîd Şewqî, Xerîb Mistefa. Nasnameya yê din nehat zanîn.

Çavkaniyan diyar kirin ku kesên revandî sewqî cihekî ne diyar hatin kirin.

ANHA