Mîhrîcana Şehîd Zîlan li Reqayê hate lidarxistin

Mîhrîcana Yekemîn a Şehîd Zîlan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve li Reqayê hate lidarxistin.

30 hezîran, 2022   15:42
REQA

Bi diruşmeya "Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê ser bixin" Yekemîn Mîhrîcana Şehîd Zîlan, ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve li Stada Belekî ya bajarê Reqayê  hate lidarxistin.

Mîhîrcan di salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) de hat lidarxistin ku di 30`ê Hezîrana 1996`an de li Dêrsimê li dijî leşkerên dewleta Tirk çalakiyeke fedayî pêk anî û di encama wê de 18 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Bi hezeran şêniyên bajar, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên Reqa û mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama komîteya amadekar a mîhrîcana Şehîd Zîlan, Fîdan Yûsif axivî, bixêrhatina beşdaran kir, di kesayeta şehîd Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: "30`ê Hezîranê ne tenê dîrokeke. Lê belê ew roja heqîqet, azadî, rûmet û jina azad e."

Fîdan Yûsif diyar kir ku şehîd Zîlan beriya çalakiya xwe wiha got: "Ez operasyoneke xwekuj pêk naynim. Ez ne tenê laşê xwe feda dikim. Heger ji canê min zêdetir hebûye min ê pêşkêşî rêber û gelê xwe kiriba da ku azadiya xwe bidest xistibana."

Paşê Koma Botan a bajarê Qamişlo stra. Her wiha pêşbirkek ji aliyê koma jinên ciwan a Kobanê ve hate lidarxistin û koma dîlanên efrînî ya Helebê govend gerand.

Her wiha govendên folklorî ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan. Lîstoka volleyball ji aliyê tîmên ji Kobanê ve li dar ket.

Dengbêj Menetallah Tehme jî stran gotin.

Mîhrîcan bi gerandina xelekên govendê ji aliyê komên beşdar ve bi dawî bû.

(bx)

ANHA