Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza parastina herêmê da

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk  a dagirker a li diji gundê Ereb Hesen ku di encama wê de du zarok şehîd bûn, şermezar kir. Her wiha soza parastina aramî û ewlehiya bajarê Minbicê ji êrişan  da.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê soza parastina herêmê da
30 hezîran, 2022   14:08
MINBIC

Duh dewleta Tirk a dagirker gundê Ereb Hesen ê aliyê bakurê bajarê Minbicê topbaran kir û di encama wê de du zarok şehîd bûn.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Artêşa Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî sivîlan didomîne, gundewarên ku sivîl di wan de dijîn dike hedef. Armanca wê ji vê yekê ew e ku tirsê di nava şêniyan de belav bike. Ji ber wê jî bê serûber û rojane gundewarên bakurê Minbicê yên li ser xeta Sacûr topbaran dike.

Di encama topbarana duh ber êvarî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ereb Hesen de du zarokên bi navê Mihemed Ebduletîf El-Henefî (13) û Ehmed Fûad El-Henefî (12) şehîd bûn.

Em di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de parastina sivîlên Minbicê ji hemû xeterî, binpêkirinên û hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ber bi bajar ve biçin, girtiye ser milê. Em sersaxiyê ji malbata her du zarokan re dixwazin.

Em soz didin ku em ê parastina Minbicê û gundewarên wê bikin. Em ê şopdarê rêya şehîdan bin. Parastina xak û gel bikin û li hember her kesê ku dixwaze destkeftiyên gel û şoreşa me têk bibe, bisekinin."

(bx)

ANHA