PYD: Helwestên Swêd û Fînlandiyayê û qebûlkirina şertên dewleta Tirk cihê mixabiniyê ye

PYD`ê ji ber helwesta Swêd û Fînlandiyayê û qebûlkirina şertên dewleta Tirk a dagirker ji bo tevlêbûna NATO`yê, mixabiniya xwe nîşan da û got “Ji wan gelan hêvî dike ku li dijî van lihevkirinên neheq derkeve.”

PYD: Helwestên Swêd û Fînlandiyayê û qebûlkirina şertên dewleta Tirk cihê mixabiniyê ye
30 hezîran, 2022   11:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser helwesta Swêd û Fînlandiyayê û qebûlkirina şertên dewleta Tirk a dagirker ji bo qebûlkirina endamtiya NATO`yê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Li gel mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya-Ukraynayê ku gihaştiye ber deriyên welatên Ewropayê jî, dewleta Tirk ev yek bi kar anî û hemû cureyên şantajê bi kar tîne. Bi taybet dema ku Swêd û Fînlandiyayê daxwaza endamtiya NATO`yê pêşkêş kir, dewleta Tirk ew derfetek dît û li ser her du welatan, hem jî li ser NATO`yê şantaj kir û rê li ber bazarên dûrî pîvanên demokratîk û peymanên mafên mirovan û gelan vekir, ku welatên Ewropayê û Swêd û Fînlandiya di nav de, îdiaya wan dikin.

Bîrxistina navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê di belgeya lihevkirinê ya di navbera wezîrên karên derve yên Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de, li dijî gelê Kurd neheqî ye û nîşan dide ku dema mijar dibe mafên demokratîk ên rewa yên gelê Kurd, hikumetên wan welatan dûrî nirxên demokrasiyê û mirovahiyê dikevin. Tê zanîn ku hemû hêzên kurdî û kurdistanî li seranserê Ewropayê û di nav de Swêd û Fînlandiya, tu tevgerên li dijî qanûn û pîvanên wan welatan pêk neanîne.

Wekî PYD em her du gelên Swêd û Fînlandiyayê wekî gelên dost dibînin, baweriya me bi sazî û rêxistinên demokratîk û raya giştî ya demokratîk a her du welatan û Ewropayê heye. Em ji van gelan hêvî dikin ku li dijî van lihevkirinên neheq derkevin. Em bi bîra gelên Ewropayê dixin ku pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan divê ji bo her kesî derbasdar bin û di nav de gelê Kurd û saziyên wî.”

(cx)