HRE: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 dagirker jî birîndar bûn

HRE`yê ragihand ku di encama şerê li herêma Marê û navçeya Şêrawa di navbera hêzên wan û artêşa Tirk a dagirker derketiye de, 8 leşkerên dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 leşker jî birîndar bûn.

HRE: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 dagirker jî birîndar bûn
29 hezîran, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker her roj êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir dike û di wan êrişan de bi taybetî niştecihên heremê tên hedefgirtin. Di rojên 21 û 25`ê Pûşperê de, ji aliyê hêzên me ve pêşî li du êrişên artêşa Tirk hate girtin.

21`ê Pûşperê, li herêma Marê, dema yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker hewl dida bikeve herêmê, hêzên me pê hesiyan û şer qewimî. Di encama şer de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

25`ê Pûşperê, li herêma Şêrawa, di encama êrişa dijmin de di navbera yekineyeke me û yekîneyeke dijmin de şer derket. Di vî şerî de jî 3 leşker hatin kuştin. Her wiha hin dagirker birîndar bûn, lê hejmara nehat zelalkirin.

Bi giştî di encama van herdu şeran de; 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 5 leşker jî birîndar bûn.”

(cx)