Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişa li ser gundê Xaneserê yê Dêrikê şermezar kirin.

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir
29 hezîran, 2022   11:27
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek li pêş navenda xwe ya li Qamişloyê da.

Bi zimanên erebî û kurdî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Necah Seîd û Şêrîn Ehmed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di 11 salên derbasbûyî de gelên me yên li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi ‎yekitî û hevrêziya xwe li hember hikumeta AKP’ê ya faşîst û ‎hemû pîlanên wê yên dagirkeriyê disekinin ku dixwazin herêmê bi giştî ‎dagir bikin û proja xwe ya Osmanî bi cih bînin. Di encama vê hedefgirtinê de hemû rê û rêbazên bêexlaq û dûrî mirovahiyê bi kar tînin, ‎qetilkirin, talankirin, wêrankirina gel bi hemû pêkhateyan ku ‎bi hev re dijîn û bi hev re parastina xwe dikin. ‎

Li ser vî esasî em van kiryarên qirêjî yên dewleta Tirk bi tundî ‎şermezar dikin, bi taybet tecrîd û şîdeta li ser serok Apo ku cezayê ‎tecrîdê zêde kirine û serlêdana parêzer û malbatê qedexe kirine. Her wiha suîqestkirina erebeyên endamên Rêveberiya Xweser û welatiyan bi rêbazên bêexlaqî li ber çavên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin. Herî dawî jî duh li Xaneserê 2 erebeyên welatiyan hatin hedefgirtin. Lê mixabin bêdengiya heyî rê li ber van kiryaran vedike û destekê dide faşîzma Enqereyê ku dijminatiya xwe li ser gelê herêmê dirêj bike.

Em Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan û Dayikên Aştiyê van êriş û planan red dikin û qebûl nakin û em ê heta van êrişan têk dibin, li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA