Dagirker topan bi ser gundên Şêrawa û Şehbayê de dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de topan bi ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û gundê Kefer Entûn ê kantona Şehbayê de dibarîne. Ji ber topbaranê zeviyên gundiyan dişewitin.

Dagirker topan bi ser gundên Şêrawa û Şehbayê de dibarîne
29 hezîran, 2022   11:25
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, arêtşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û gundê Kefer Entûn ê kantona Şehbayê tobparan dike.

Li gorî agahiyan, di encama topbarana li ser gundê Kefer Entûn de, zeviyên li herêmê jî tên şewitandin.

Her ku diçe rûbera zeviyên dişewitin berifehtir dibe.

(cx)

ANHA