​​​​​​​Parlamentereke iraqî bang li hikumetê kir ku dawiyê li binpêkirinên dewleta Tirk bîne

Parlamentera iraqî Suheyle Sultanî bang li hikumeta Iraqê kir ku binpêkirinên dewleta Tirk û êrişên wê yên li hundirê Iraqê rawestîne.

​​​​​​​Parlamentereke iraqî bang li hikumetê kir ku dawiyê li binpêkirinên dewleta Tirk bîne
29 hezîran, 2022   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera Hevbendiya Fetih Suheyle Sultanî diyar kir ku li pêşiya Iraqê gelek rê hene ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bîne û êrişên wê yên li hundirê Iraqê rawestîne. Suheyle daxuyand ku hevpeyman û lihevkirinên heq bide Tirkiyê ku serdestiya Iraqê binpê bike û xaka wê dagir bike, tune ne.

Suheyle Sultanî ji ajansa El-Malûme re axivî û eşkere kir ku mafê dewleta Tirk nîn e ku êrişî xaka Iraqê bike, parçeyekî jê dagir bike û li hundirê sînorê Iraqê baregehên leşkerî ava bike.

Suheyle Sultanî wiha axaftina xwe dewam kir: "Tirkiye nikare xwe bispêre Peymana Lozanê bi taybet piştî avakirina Neteweyên Yekbûyî, hilweşîna Împaratoriya Osmanî, ji nû ve diyarkirina sînorên welatan û mîsogerkirina wan sînoran bi rêya peymanên navneteweyî.”

Parlamentera iraqî anî ziman ku divê Iraq berê xwe bide Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî û rêxistinên din da ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze û li ser ziyanên gihandine Iraqê, berdêlê bide.

Dewleta Tirk bê navber serdestiya xaka Iraqê binpê dike, êrişan li dijî welatiyan pêk tîne û bi hezaran dar li Geliyê Pisaxa û Şeşdaran ên ser bi Zaxoyê ve li jêr çavdêriya hêzên PDK’ê û Parêzvanên Sînor, birîn.

Li gorî agahiyên ku xelkê herêmê dane ajansa Rojnewsê, artêşa Tirk bi destê cerdevanan li aliyê Bakur û Başûrê Kurdistanê bi tonan daran dibire. Hate gotin ku herêma li ser sînor bi temamî ji daran hatiye rût kirin û heya niha jî darbirîna li herêmên Şeşdaran û Geliyê Pisaxa berdewam e.

Gundiyên herêmê diyar kir tu hêzek destwerdan li rewşê nake û heya niha bi sedan wesayîtên barhilgir yên tijî dar anîne geliyê Pisaxa û ji wir jî derbasî bajarê Şirnexê tên kirin.

Heya niha jî ne Komîsyona Jîngehê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ne hikumeta Başûrê Kurdistanê û ne jî tu rêxistineke sivîl li ser vê qirkirina xwezaya Kurdistanê helwest nedaye nîşandan û ji bo lêkolînê neketiye nava tevgerê.

Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Xeyaz Sûrçî jî da zanîn ku şîrketên Tirk li ser daxwaza hêzên Tirk bi armanca bazirganiyê darên li Başûrê Kurdistanê dibirin û bazirganiyê pê dikin.

Sûrçî da xuyakirin şîrketên Tirk li ser daxwaza hêzên Tirk, hinek daran dibirin û gelek darên cureyên wan kêm têne dîtin jî tên birîn û firotin.

(eh)