Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hewl dide xebatên xwe berfireh bike

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji bo ku fikir û felsefeya Ocalan bigihîne tevahî gelan û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bîne, di siyasî, dîplomatîk û qanûnî de kar dike. Berdevkê însyatîfê jî diyar kir ku ew hewl didin li seranserî Sûriyê xebatên xwe bimeşînin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hewl dide xebatên xwe berfireh bike
29 hezîran, 2022   06:19
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

23 sal in gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn li ser astên siyasî, dîplomatîk û fikirî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kar dikin. Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû civakan e taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ku fikirên Ocalan ji bo şoreşa xwe weke bingeha sereke dibînin.

Li ser wê bingehê li seranserî cîhanê gelek komîte, sazî û însyatîf ji bo belavkirina firkir û felsefeya rêber Ocalan hatin avakirin.

Ji sala 1999'an ve têkoşîneke hiqûqî û dîplomatîk ji bo teşhîrkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên li hember rêber Ocalan tên kirin.

Yek ji wan însyatîfan, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê e ku di 9 Cotmeha 2019'an de ji aliyê gelek kesayetên siyasî, dîplomatîk, hiqûqî, bijîşkî, şêx û rûspiyên ji hemû pêkhateyan ve hat avakirin.

Însiyatîf li seranserî bajar û navçeyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê, ji bo pênasekirina fikir û felsefeya rêber Ocalan  kar dike, ji bo azadiya fîzîkî jî têkoşîneke hiqûqî û qanûnî dide meşandin.

SEDEMÊN DAMEZRANDINA ÎNSYATÎFÊ

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur bal kişand ser sedemên damezrandina însyatîfê û got: "Rêber Ocalan ji ber ku 20 salan li Sûriyê maye di nava gelên Sûriyê de xwedî nirx e, dadgehên ne adil li hember rêbertî jî sedemên serke yên damezrandina însyatîfê ne".

Ferzende Munzur teqez kir ku hestên exlaqî û mirovî der barê girîngiya fikir û felsefeya rêber Ocalan de jî yek ji sedemên serek ên avakirina însiyatîfê ye.

Di heman demê de Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dibîne ku fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn çareseriya guncaw e.

Munzur diyar kir ku însiyatîfa wan destpêkê weke "Komîteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan" kar kir û got: "Piştî berfirehbûna xebatên siyasî û dîplomatîk, me dît ku em nav bikin Însiyatîfa Sûriyê. Di însiyatîfê de ramyar, akademisyen, hiqûqnas, parêzer û siyasetmedar, her wiha şêx û rûspiyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes û Tirkmen ên ku baweriya wan bi fikirên rêber Ocalan tên, hene.''

MEKANÎZMEYA KARÊ ÎNSIYATÎFÊ

Munzur teqez kir ku ew hewl didin xwe bigihîne hemû kesayetên cîhanî yên di nava civakê de bi bandor in weke hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û hwd û nêrîn û daxwazên wan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin yek.

Der barê mekanîzmeya xebatên însiyatîfê de Munzur got: "Însiyatîf bi awayekî hevbeş di nava hemû endaman de kar dike. Armanca me ya sereke ew e ku fikirên Ocalan bighînin hemû kesên di nava civakê de û bi rêya azadiya fîzîkî ya rêbertî azadiya hemû gelan pêk bînin.

Her wiha em bi rêya rêxistinkirina çalakiyên civakî weke civîn, semîner, panel û hwd hewl didin armancên xwe pêk bînin."

DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN TEVAHÎ BAJARÊN SÛRIYÊ

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur diyar kir ku ew hewl didin karên xwe berfireh bikin û li seranserî Sûriyê kar bidin meşandin û got: "Em dixwazin xwe bigihîn kesayetên di hemû waran de li Sûriyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê, her wiha rêxistinên hiqûqî yên cîhanê. Em peywendiyê bi hemû însiyatîfên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û hin rêxistinên cîhanî re dikin."

XURTKIRINA TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ Û DÎPLOMATÎK

Ferzende Munzur bal kişand ser pêngava "dem dema azadiyê ye" û ev tişt anî ziman: "Di çarçoveya pêngava dem dema azadiyê ye de, em kar li ser xurtkirina têkoşîna dîplomatîk, hiqûqî û civakî dikin. Azadiya rêbertî vejandina Kurdistan û Rojhilata Navîn e û çareserekirina hemû pirsgirêkên cîhanê ye."

KCK'ê di 10'ê Îlona 2020'an bi daxuyaniyeke pêngava ''Dem dema azadiyê ye'' ragihandibû û gotibû: "Ji bo bi dawîkirina metirisiyê û ji bo avakirina jiyana azad û demokrat em ê bi diruşmeya 'Êdî bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' di 12 Îlonê de li Kurdistan û cîhanê dest bi pêngava xwe bikin.''

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur di dawiyê de got: "Binpêkirinên li dijî rêbertî hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn dike hedef, pêşniyarên rêber Ocalan ji bo azadiya hemû gelan û mirovahiyê çareserî ye."

(şt)

ANHA