​​​​​​​Hemas û Şam: Kurteçîroka çûn û vegerê

Tevgera Hemasê biryar da ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne û der barê vê biryarê de tu agahiyên zelaltir neda. Medyayan li ser zimanê berpirsên Hemasê ev yek piştrast kirin. Gelo çi hatiye guhertin heta ku Hemas ev biryar da?

​​​​​​​Hemas û Şam: Kurteçîroka çûn û vegerê
29 hezîran, 2022   04:34
XEZA – OMER MÛSA

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, Tevgera Hemas li dijî hikumeta Şamê sekinî, piştre rêveberiya tevgerê ji Sûriyê derket û berê xwe da Dewha û Stenbolê. Di sala 1999'an de di navbera desthilata Urdinê û Tevgera Hemas de rageşî çêbû, ji wê demê ve Tevgera Hemas navendên xwe biribû Şamê

Biryara derketina Tevgera Hemas ji Şamê, ne biryareke mirovî bû, lê belê îdeolojîk bû, girêdayî geşedanên li herêmê bû. Ji dema destpêkirina şoreşên li welatên ereban ve, ji ber ku ew şoreş hêza "Ixwan El-Mislimîn" zêde kir, xetên wan şoreşan di aliyê îdeolojîk de ketin xizmeta Tevgera Hemas. Tevgera Hemas jî destek da komên çekdar ên li dijî hikumeta Şamê û piştgirî da planên dewleta Tirk ên ketina Sûriyê û dagirkirina herêmên wê.

Tevgera Hemas geşedanên li herêmê ji xwe re weke veguhertineke stratejîk dît, hevkarên wê yên îdeolojîk zêde bûn û cihekî xwe yê cuda li herêmê girt. Lê piştî çend salan, destkeftiyên Ixwan El-Muslimîn berdewan nekir. Ixwan El-Muslimîn li Misirê têk çû û xwena wê bi dawî bû, helwesta wê li Tûnisê sînordar bû û gihişt asta kişandina baweriyê ji desthilata wê. Li Sûriyê jî alîkariya Rûsya û Îranê ya bi hikumeta Şamê re, avabûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana QSD'ê, projeyên Ixwan El-Muslimîn ên bi desteka dewleta Tirk têk birin.

NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI ÎSRAÎLÊ RE

Piştî ku gelek dewlet çalakiyên wê sînordar kir û şerê hebûna wê kir, Tevgera Hemas derb xwar. Ji dewletên Kendava Erebî yên ku berê xwe dan lihevkirina bi Îsraîlê bigire heta Misirê ya ku piştî desthilata Mihemed Mursî têkiliyên xwe bi yekcarî ji Tevgera hemas qut kir. Lê têkliyên Misirê ji ber rewşa ewlehî ya li ser sînorê Xeza û Misirê careke din bi Tevgera Hemasê re vegeriyan, ji ber ku pêwîstiya her du aliyan bi hemahengiyê heye.

Bi şertê sînordarkirina Tevgera Hemas li Tirkiyê, eewleta Tirk berê xwe dide lihevkirina bi Îsraîlê re û avakirina hemahengiyeke cuda. Piştî van guhertinan, Tevgera Hemas ji bilî Îran û hevkarên wê yên ku dest ji wan berda, tu rêyeke din nedît.

ARMANCÊN TEVGERA HEMAS

Biryara Tevgera Hemasê ya vegera li Şamê di rewşeke cuda de hat, bingeha wê ya sereke, dîtina Îsraîl weke statûyeke normal li herêmê ye. Di demekê de ku tê gotin serdana serokê DYA'yê Joe Biden ji bo herêmê di çarçoveya xêzkirina hevpeymaneke nû li herêmê pêk tê ku dê Îsraîl rêveberiya wê li dijî Îranê bike, îhtîmal hene ku rewş bigihêje şerekî vekirî.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Telal Okil ji ajansa me re got: "Li herêmê guhertin çêdibin, sedemên vegera Hemasê bo Şamê gelek in: behsa avakirina NATO'yeke erebî-îsraîlî -amerîkî tê kirin, navnîşana wê jî Îran e. Serokê polîtburoya Tevgera Hemas Îsmaîl Heniye di serdana xwe ya dawî ji bo Lubnanê de got, tevgerên nû yên li herêmê bi armanca şerê li hember berxwedana Filistîn û Lubnanê tên kirin".

Okil dûr nabîne ku xebatên vegerandina têkliyên bi Şamê re gihiştiye qonaxên pêşketî û got: "Keşifkirina aliyên aloziya Sûriyê û diyarbûna bingeha rêxistinên şerker, armanc û têkliyên wan ên derve, helwesta Hemas ji aloziyê eşkeretir kir, pêwîstiya tevgerê bi hevkarên bi hêz li hember Îsraîlê heye.''

'DEWLETA TIRK LI SER DAXWAZA ÎSRAÎLÊ DEST JI HEMAS BERDIDE'

Okil diyar kir ku pêşketina têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê, roleke mezin di vegera têkilyên Hemas û Şamê de lîst û got: "Dewleta Tirk rûbera ku dabû Hemas teng kir, ev şertê Îsraîlê ye ji bo vegerandina têkliyên bi dewleta Tirk re, ev yek bû sedem ku Tevgera Hemas hest bike ku Tirkiyê jê re nema ewle ye. Di nava Tevgera Hemas de jî guhertinên ku gihiştine bingeha rêveberiyê weke windabûna Xalid Mişel ê ku biryara derketina ji Sûriyê da derketine holê.

Piştî guhertina li Beyrûtê, niha endamên nivîsgeha siyasî rêveberiya tevgerê din, ev yek hişt ku têkliyên bi hikûmeta Şamê re vegerin.''

Pêla lihevkirinên dewletên Ereb bi Îsraîlê re hişt ku zext li ser tevgerê bê çêkirin, tevger jî êdî li hevkarên ku li gor armancên wan ên li dijî Îsraîlê digerin. Îsraîl naxwaze nêzîkî Şamê bibe ji ber ku rewşa li Xezayê bi rûdana rewşên meydanî li eniyên Sûriyê û Lubnanê bi Îranê re dikeve metirsiyê.

(şt)

ANHA