Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
28 hezîran, 2022   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan parêzer hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Daxwaza wan a ji bo hevdîtinê jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin.

Carna jî piştî çend mehan tê gotin ku hevdîtin hatiye qedexekirin û bi vî rengî destûra hevdîtinê nayê dayin.