Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê du şervanên Hêzên Senadîd li Goristana Şehîd Uqab El-Esewed a Til Koçerê spartin axê.

Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
Şehîdên Senadîdê bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin
28 hezîran, 2022   18:43
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li qada Azadî kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Senadîd Riyad El-Mitorî û Zahir El-Belo ku di encama êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li gundewarên navçeya Til Koçer şehîd bûn, wergirt.

Karwanê şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê ber bi Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a navçeya Til Koçerê ve kete rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir û toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Senadîd ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Senadîd Xalid Şahir wiha axivî: "Em li ser xaka xwe li dijî çeteyên DAIŞê`ê li ber xwe didin û di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda dikin. Me soz da gelê xwe ku em ê parasvanên vê xakê bin û pîrozbahiyên civaka xwe biparêzin."

Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat jî sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û ev tişt anî ziman: "Em sersaxiyê ji gelê xwe yê azadîxwaz re dixwazin ku li hember terorê têdikoşin. Hêzên zilmkar û kesên ku destekê didin wan da ku destkeftiyên gelê me têk bibin."

Berekat destnîşan kir ku hedefgirtina Hêzên Senadîd hedefgirtina projeya demokratîk e.

Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan li Goristana  Şehîd Uqab El-Eswed a Til Koçerê hatin veşartin.

(bx)

ANHA