Navenda Ezmûnan: Ezmûnên xwendina serbest serkeftî bi dawî bûn

Endamê Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê diyar kir ku ezmûnên pergala serbest bi awayekî serkeftî bi dawî bûn û dê di demeke nêz de encamên wan û yên pergala nirxandinê bên ragihandin.

Navenda Ezmûnan: Ezmûnên xwendina serbest serkeftî bi dawî bûn
29 hezîran, 2022   07:21
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di sala xwendinê ya 2021-2022`an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn pergala xwendina serbest (hur) ji bo xwendekarên refên 9 û 12`an ragihand û îsal di 19`ê Hezîranê de ezmûn bi dawî bûn. Ji bo xwendekarên refên 9 û 12`an ku bi rêk û pêk li dibistanan perwerde dibûn, li şûna lidarxistina ezmûnên wekhev sîstema nirxandinê hat danîn.

Têkildarî nirxandina ezmûnên pergala serbest û giştî, her wiha rêjeya serkeftina xwendekaran endamê Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Ebdulezîz Berzencî ji ajansa me re axivî.

Berzencî diyar kir ku tevî tecrubeya yekemîn bû jî wan ezmûnên pergala serbest bi awayekî serkeftî pêk anîn û got: “Ji bo xwendekarên ku di dibistanan de cih digirin jî pergala nirxandinê bêhtir dikare rewşa wan a rast binirxîne, di nava wê nirxandinê de jî ezmûn hene.”

Ebdulezîz Berzencî da zanîn ku pileya xwendekarên pergala serbest ên refa 9`an ji 800`î ye û xwendekarên ku 320`an bi dest bixin bi ser dikevin, refa 12`an jî ji 700`î de ku xwendekarên 280`î bi dest bixin, bi ser dikevin û got: “Di heman demê de xwendekarên ku di 3 branşan de bi ser nekevin, bi bin dikevin. Yên ku di 2 branşan de bi ser nekevin, bi şert heke di wan her du branşan de ji pileyê çaryekekê bibin, bi ser dikevin.”

Li gorî Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê hejmara xwendekarên ku ezmûnên pergala serbest pêşkêş kirin, 359 bû, ji wan 330 yên refa 12`an bûn, 29 jî refa 9`an bûn. Xwendekarên giştî jî refa 9`an 4 hezar û 649 û refa 12`an jî 2 hezar û 53 bûn.

Li ser rêjeya serkeftinê ya her du pergalan Berzencî got: “Ji bo xwendekarên nirxandinê rêje ji sedî gihaştiye zêdeyî 85`an, yên pergala serbest jî gihaştiye 45`an.”

Berzencî got: “Di ezmûnên pergala serbest de 3 rewşên xapandinê derketin, ew kes jî ji sala xwe dûr ketin û ew ê nekarin ezmûneke din jî pêşkêş bikin. Dimîne heta sala bê.”

Li ser dema ragihandina encamên ezmûnên pergala serbest û ya giştî Ebdulezîz Berzencî got: “Encam amade ne, ew ê di demeke nêz de bên eşkerekirin.”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 13`ê Hezîranê de bi biryarnameyekê ezmûneke din (tekmîlî) ji bo xwendekarên refa 12`an a xwendina serbest ragihand. Ezmûnên wê jî dê di navbera 17-25`ê Tîrmehê de bin.

ANHA