Ji Hîlala Zêrîn berhemek nû ji bo salvegera şehadeta Zîlan

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Koma Eleniya ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn kilîpek bi navê "Lê Zîlan" derxist.

Ji Hîlala Zêrîn berhemek nû ji bo salvegera şehadeta Zîlan
28 hezîran, 2022   14:52
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 26'an a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) Zîlan, Koma Eleniya ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Navenda Şehîd Berçem kilîpek bi navê "Lê Zîlan" derxist. Derhênera kilîbê Jiyan Xelîl e.

Zeyneb Kinacî an ku Zîlan 30'yê Hezîranê di nava leşkerên Tirk ên dagirker de çalakiyeke fedayî pêk anî. Şehîd Zîlan li pey xwe nameyekê ji rêber Abdullah Ocalan re dihêle. Tê de dibêje: "Ez dixwazim ku ji bo azadiya gelê xwe bibim fedayî. Dixwazim tevahî hêrsa xwe li hemberî siyasetên amperyalîst ên li dijî jinan û hewldanên kolekirina wan derxînim û bibim sembola berxwedana jinên Kurdistanê."

ANHA