Serçeteyê girêdayî El-Qaîdeyê ku li herêma 'ewle' ya Erdogan hatî kuştin, kî ye?

Bûyerên li herêmê diqewimin îsbat dikin ku “herêma ewle” ya Erdogan, bûne spartgehên ewle yên komên çeteyan. CENTCOM`ê ragihand ku serçeteyekî Huras El-Dîn ê girêdayî "El-Qaîde" hatiye kuştin, gelo seçeteyê hatî kuştin kî ye?

Serçeteyê girêdayî El-Qaîdeyê ku li herêma 'ewle' ya Erdogan hatî kuştin, kî ye?
28 hezîran, 2022   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din, Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku serçeteyekî koma "Huras El-Dîn" li Sûriyê ya girêdayî rêxistina "El-Qaîde" yê bi navê Ebû Hamza El-Yemenî di êrişeke hewayî de li Idliba Sûriyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, hate kuştin.

CENTCOM'ê diyar kir ku jiholêrakirina vî serçeteyî dê El-Qaîdeyê lawaz bike.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin ku çekdarên hevalbendên El-Qaîde Sûriyê weke cihekî ewle bi kar tînin, da ku bi şaxên xwe yên derve re koordîna bikin û palanên ji bo êrişên li derveyî Sûriyê pêk bînin.

Bi tesfiyekirina gelek serçeteyên rêxistina El-Qaîde û yên DAIŞ’ê mîna “Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureşî” li bajarokê Atmê yê Idlibê, serçeteyê berê yê DAIŞ’ê “Ebû Bekir El-Bexdadî” li gundê Barîşa yê Idlibê û gelek serçeteyên din, diyar dibe ku têkiliya dagirkeriya Tirk bi komên terorîst ên cîhanî re xurt e.

Herêmên Idlib, Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, cihê ewle ji bo serçeteyên DAIŞ’ê û rêxistina El-Qaîdeyê ne.

Ebû Hamza El-Yemenî KÎ YE?

Ebû Hamza El-Yemenî serçeteyekî mezin ê çeteyên "Huras El-Dîn" e. Berê bi koordîneya bi bask û serçeteyên El-Qaîdeyê re li dijî gelek baregehên Amerîkayê êriş pêk anîne. Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, kuştina wî dê hêza El-Qaîdeyê ya pêkanîna êrişan li dijî welatiyên Amerîkayê û sivîlên bêguneh ên li seranserê cîhanê, qels bike.

Heta niha navê wî yê rast nehatiye zanîn, lê belê paşnavê wî dişibe paşnavê serçeteyê payebilind ê şaxê El-Qaîde li Yemenê Celal Belîdî, ku berê gelek caran kuştina wî hatibû ragihandin. Lê belê ferdekî malbata wî teqez kir ku di Sibata 2016’an di êrişa hewayî ya Amerîkayê de hatiye kuştin.

HURAS EL-DÎN

Niha “Farûq El-Sûrî” serkêşiya çeteyên “Huras El-Dîn” dike û Idlbê ku di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker de ye bi cih dibin. Bi şaxên El-Qaîde yên li derve re koordîne dikin û planên êrişên li derveyî xaka Sûriyê pêk tînin. Beriya çend salan ji çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" veqetîn.

Piştî veqetîna gelek komên çeteyna ji “Heyet Tehrîr El-Şam”, ev kom destpêka 2018`an derket. Serçeteyên “Huras El-Dîn” di xurtkirina îdeolojiya El-Qaîdeyê ya tundraw de roleke sereke lîstin û propagandaya karên terorê kirin.

Di Îlona 2019’an de Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, ev kom xist lîsteya terorê.Ji tirsa êrişan û carna jî ji ber şerê di navbera komên çeteyan de, çeteyên “Huras El-Dîn” jî wekî çeteyên din ên tundraw cihên xwe li herêmên Idlibê diguherînin.

Ev duyemîn operasyon e ku hêzên Amerîkayê di Hezîrana 2022’yan de li dijî serçeteyên komên tundraw ên li Sûriyê pêk tîne.

16'ê Hezîranê jî serçeteyekî berz ê DAIŞ'ê “Hanî Ehmed El-Kurdî” li bajarê Helebê di êrişekê de hatibû kuştin.

(fr)