Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan

Komîteya Jinan a Kampa Koçberên Girê Spî bi armanca nîşandana kar û xebatên jinên koçber, pêşangeha karên destan vekir.

Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
Li Kampa Koçberên Girê Spî pêşangeha karên destan
28 hezîran, 2022   10:42
EYN ÎSA

Bi dehanên jinên li kampê beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de berhem û karên destan yên jinên koçber çêkirine, wekî “tevnên destan, cilên zarok û jinan, pêlîstok, tabloyên hunerî”, her wiha berhemên ku kultur û reseniya gelên herêmê nîşan didin, hatin nîşandan.

Bi armanca nasandina folklor û çanda gelên xwe, nêzî 40 jinên koçber beşdarî pêşangehê bûne.

Yek ji jinên beşdar, Cîhan Mihemed Elî li ser pêşangehê ji ajansa me re wiha axivî: “Ev pêşangeh ji bo me hêviyek e. Ruxmî şert û mercên koçberiyê jî, hêviya me heye. Em bi destên xwe cil û pêlîstokan ji zarokên xwe re çêdikin.”

Cîhan spasiya rêveberiya kampê kir ku ev derfet da wan û alîkariya wan kir.

ANHA