Kongra Star êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Xaneserê şermezar kir

Kongra Star hedefgirtina 2 erebeyên li gundê Xaneserê yê navçeya Dêrikê ji hêla balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir, her wiha nêzîkatiya civata navneteweyî ji sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rexne kir.

Kongra Star êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Xaneserê şermezar kir
28 hezîran, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî hedefgirtina 2 erebeyan li gundê Xaneserê yê başûrê rojhilatê navçeya Dêrikê ya Qamişloyê, Kongra Star daxuyaniyek da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe wiha got: "Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker berbanga 28.06.2022’yan (îro) 2 erebeyên welatiyan li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bombebaran kirin. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk welatiyan li pêş çavên cîhanê hedef digire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan welatiyan hedef digire. Armanca wê koçberkirina welatiyan e da ku armancên xwe yên Osmanî yên guhartina demografiyê pêk bîne.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bêdengiya civata navneteweyî û cîhan şermezar kir û wiha got: "Heta vê kêliyê êrişên li ser herêmên Şehba, Til Rifet û herêmên din bi hemû rêbazên berdewam in."

Di dawiyê de Kongra Star bang li aliyên têkildar û civata navneteweyî kir ku van komkujî û sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin, da ku ewlebûn û îstîqrar li herêmê vegere.

Îro, partî û hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û Rûsya kir ku qedexeya asîmanî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike, da ku pêşî li sûcên dewleta Tirk a dagirker were girtin, her wiha bang li gel kir ku hemleyekê zextê li dar bixin ku dewleta Tirk were muhasebekirin.

(fr)

ANHA