`Divê beşên civakê hemû ji bo parastinê xwe amade bikin`

Siyasetmedarên li herêma Firatê destnîşan kirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, armanc jê ew e ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û gotin divê beşên civakê hemû xwe amade bikin.

`Divê beşên civakê hemû ji bo parastinê xwe amade bikin`
28 hezîran, 2022   03:27
KOBANÊ

Piştî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê bi bin ket û nekarî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne, her wiha ji ber zêdebûna fişaran li ser asta hundirîn, rayedarên dewleta Tirk a faşîst, hewl didin bi rêya pêkanîna êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bala hundirê Tirkiyê bikişînin derve.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa têkildarî mijarê got: “Dewleta Tirk nekarî planên ku dixwest beriya 2023`yan pêk bîne, bigihîne serî. Dagirkirina herêmên din ên dewletên cîran û tevlêkirina wê li axa Tirkiyê, rastî vîna gelên herêmê û berxwedana ciwanên wê hat. Di encamê wan binkeftinan de, rûbirûyî pirsgirêkên hundirîn û derve ma.”

Îsa wiha domand: “Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, ji ber siyasetên binkeftî yên rayedarên Tirk, gelê Tirk bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû maye. Ne tenê di aliyê aborî de, lê belê di gelek aliyan de alozî hene. Wê di hilbijartinên bê de, gelek surprîz hebin. Dê gelek guhertin di hundirê Tirkiyê de pêk werin. ”

`JI BO DIREJKIRINA TEMENE ALOZIYE, SERE REVEBERIYA XWESER DIKIN`

Der barê aloziya Sûriyê de, Gêlo Îsa got: “Nakokiyên di navbera dewletan de li gelek deverên cîhanê derketine, bi hev ve girêdayî ne. Nexasim li Sûriyê. Aloziya li welêt, nakokiya li ser berjewendiyan e. Dewleta Tirk jî hewl did wan nakokiyan bi kar bîne û herêmên din dagir bike. ”

Îsa wiha domand : “Rêveberiya Xweser hertim destê xwe ji aştiyê re dirêj dike. Li çareseriyan digere da ku aloziya ku temenê wê dirêj bû, çareser bike. Lê mixabin, rejîma Sûriyê û îtîlaf, pişta xwe ji aştiyê re dizivrînin. Di vir de em fêm dikin ku biryarên wan ne di destê wan de ye. Lê tenê fermanên aliyên derve pêk tînin ku wan kontrol dikin. Ji berjewendiyên wan e ku aloziya li Sûriyê berdewam bike. ”

Her wiha Îsa teqez kir ku opozîsyon, şerê Rêveberiya Xweser dikin, planên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin ku hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li Tirkiyê bike û got ev yek aloziya li welêt hîna girêktir dike û bi çek alozî çareser nabin lê belê aloztir dibin. 

`DEWLETA TIRK HEWL DIDE ÎMPERATORIYA OSMANÎ VEJÎNE`

Girêdayî destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyê de Îsa got: “Dewleta Tirk aloziya siyasî ya li Sûriyê girêk dike. Balafirên wê yên bêmirov û biçek, bi dehan şêniyên herêmê kirin hedef. Ya ku hiştiye zêde har bibe jî, efûkirina herêmên Rêveberiya ji cezayên Qeyser e. Divê dewletên garantor êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. ”

Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike, Rojava heta Başûrê Kurdsitanê dagirk bike û wiha domand: “Ev yek ji xîtabên siyasetmedarên wê xuya dibe ku hewl dide erdnîgariya Tirkiyê firehtir bike. Mixabin ev firehbûn li ser hesabê Kurdan e. Divê gelên herêmê tê bigihêjin vê yekê ku dewleta Tirk hewl dide împeratoriya osmanî vejîne.”

`ERKÊ PARASTINA YÊ SIYASETMEDARAN E BERIYA YÊ ŞERVANAN BE`

Gêlo Îsa teqezî bi helwesta xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Çi dike bila bike, em vîna xwe radestî dagirkeriya Tirk nakin. Ev axa me ya hemûyan e. Divê hemû erkê xwe yê mirovî û siyasî li hember herêmê pêk bînin. Erkê parastina vê axê, yê siyasetmedaran e beriya ya şervanan be.”

`GEFÊN TIRKIYÊ NÎŞANEYA ÎFLASBÛNA WÊ YA SIYASÎ YE`

Girêdayî nîşaneyên gefên Tirkiyê li dijî herêmê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Kamîran Kenco got: “Gefên dewleta Tirk a dagirker nîşaneya îflasbûna wê ya li ser asta siyasî ye û da ku piştgiriyê bide hemleya hilbijartinên bê ku nêzîk bûye.”

Kenco diyar kir ku dewleta Tirk beriya vê jî hewl da şaneyên DAIŞ`ê li herêmê vejîne lê QSD`ê ew hewldanên wê têk birin û wiha pê de çû: “Îro jî hewl dide fîtneyê li herêmê derxe. Êrişa li ser girtîgeha Xiwêran, eşkerebûna têkiliyên rayedarên tirk bi wê hewldana binkeftî re, mînaka vê yekê ye. Lê em di wê baweriyê de ne ku dê hemû planên wê bi bin kevin.”

Kenco ev li gotinên xwe zêde kir: “Piştî ku QSD`ê hemû planên Tirkiyê li herêmê bi bin xistin, tiştek li pêşiya wê ji bilî gefxwarin û pêkanîna êrişan li dijî herêmê nemaye. Diyar e ew qirkirina gelê Kurd armanc dike.”

Di dawiyê de Kamîran Kenco bang li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku rabin, ji ber ew ê bi vê yekê gelek hevkêşeyên girêdayî dosa Kurd û pêşeroja herêmê biguhêrin.

(şx)

ANHA