​​​​​​​Zelal Ceger: Divê em tola şehîd Ferhad Şiblî hilînin

Ednama Koordînasyona Tev-Dem`ê Zelal Ceger şehîd Ferhad Şiblî wek qehremanê durist bi gelê xwe re bi nav kir û banga tolhildanê ji bo wî kir.

​​​​​​​Zelal Ceger: Divê em tola şehîd Ferhad Şiblî hilînin
27 hezîran, 2022   23:37
QAMIŞLO - KALSÛMA ELÎ

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ferhad Şiblî di 17'ê Hezîranê de, di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li herêma Kelar a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, şehîd bû.

Der barê kesayeta şehîd Ferhad Şiblî û têkoşîna wî di şoreşa Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Zelal Ceger wiha anî ziman: "Şehîd Ferhad ji bo azadiya gelê xwe bênavber tê dikoşiya."

Her wiha Zelal Ceger di kesayeta şehîd Ferhad Şiblî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: "Gava em navê Ferhad Dêrik tînin ziman, em têkoşîn, xebat, azadiya civakê, jiyana hevbeş û wekheviyê bi bîr tînin."

Zelal Ceger her wiha hawîrdora ku şehîd Ferhad Şiblî tê de mezin bûye bi bîr xist û got: "Şehîd Ferhad di malbateke welatparêz de mezin bûye ku bi dehan têkoşer û şehîdên wê hene. Şehîd Ferhad di nav vê malbatê de zarokatiya xwe derbas kir û di temenekî biçûk de bi îrade û moralên bilind tev li şoreşê bû û tê de bû pêşeng."

`TU CARÎ BIRÎNDARÎ LI PÊŞIYA ŞEHÎD FERHAD NEBÛ PIRSGIRÊK`

Zelal Ceger destnîşan kir ku birîndarî li pêşiya şehîd Ferhad nebû pirsgirêk ku têkoşîn û xeta hevalên xwe yên şehîd temam bike û wiha domand: Tevî ku lingê wî hat qutkirin jî, lê bi têkoşîn û vîna xwe ya xurt ew yek derbas kir û roleke mezin û girîng di şoreşê de lîst."

Di 1997'an de şehîd Ferhad Şiblî ji lingê xwe de birîndar dibe û di encamê de tê qutkirin.

JI BO MISOGERKIRINA AZADIYÊ JIYANA XWE FEDAYÎ GELÊ XWE KIR

Zelal Ceger bal kişand ser wê yekê ku şehîd Ferhad Şiblî bi qehremanî tê koşiya û jiyana xwe ji bo doza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê feda kir û got: "Şehîd Ferhad xwedî bîr û ramanên cuda bû, hevalên wî hertim pê dişêwirîn ji ber ku ew tiştek bi navê mustehîl li cem wî tune bû. Her tim di rêya rast de bû û çarseriyên herî guncew ji bo pirsgirêkên şoreşê û hevalên xwe pêşkêş dikirin. Ji bo avakirina civakê, birêxistinkirina wê fedakariyên mezin kirin."

Zelal Ceger li ser dawiya jiyana şehîd Ferhad wiha domand: "Şehîd Ferhad wek cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kedeke mezin ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û xwedîderketina li xwîna şehîdan dida û hertim hewl dida ku hemû pirsgirêkên leşkerî, îdeolojî, rêxistinî û dîplomasî çareser bike û xwe li gor fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikir."

Zelal Ceger ev li gotinên xwe zêde kir: "Şehîd Ferhad şervanê durist bû yê ku canê xwe ji bo welatê xwe feda dike û nirxên pîroz ên şoreşa Rojava bi rêya birêxistinkirina civakê ji Cizîr, Kobanê, Minbic, Helebê û heta tevahiya herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêze."

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Zelal Ceger bang li gel kir ku ji şehadeta şehîd Ferhad hêzê bigirin, tola wî hilînin û li hember dijmin li ber xwe bidin.

(mh)

ANHA