​​​​​​​Hiqûqnas bang li CPT kir da ku rewşa rêber Ocalan nas bikin

Hiqûqnas Xalid Cebir di demekê de ku rayedarên Tirk ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan qanûnî bikin, tedbîrên nû girtin, bang li CPT`iyê kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bike

​​​​​​​Hiqûqnas bang li CPT kir da ku rewşa rêber Ocalan nas bikin
28 hezîran, 2022   00:41
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Desthilata dewleta Tirk a dagirker piştî ku cezayên din li ser rêber Abdullah Ocalan û hevalên pê re birî, careke din hevdîtina parêzeran re red kir. Dadgeha Cezayan a Bilin a Yekemîn a li Bursayê di 23`yê Hezîranê de bersiva daxwaza parêzeran kir û hevdîtin red kir.

Dadgehê ragihand ku Serokatiya Desteya Dispîlînê ya Îmraliyê di 31`ê Gulanê de li ser rêber Abdullah Ocalan, Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş cezayê displînê ji bo 3 mehan biriye. 

Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî û herêmî de sala 1999`an li paytexta Kenya Neyrûbiyê dîl hate girtin û radestî deshtilatdariya Tirk hate kirin ku hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe dike.

Li gorî çavdêran, armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan; tecrîdkirina gel ku bi fikrên wî bawer dikin û wî ji bûyerên di civakê û cîhanê de rû didin dûr bixin da ku aloziyên li Rojhilata Navîn kûrtir bikin.

Hiqûqnas Xalid Cebir têkildarî mijarê ji ANHA`yê re wiha axivî: "Kirinên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî pêk tîne, derqanûnî ne. Dewleta Tirk hov e û hewl dide qanûnên mafên mirovan li Tirkiyê û derveyî wê, di aliyê siyasî de bi kar bîne."

Cebir diyar kir ku kirinên dewleta Tirk derveyî qanûn, pîvanên navneteweyî ne û wiha domand: "Dewleta Tirk her tim qanûnan binpê dike nemaze qanûnên girêdayî girtiyên siyasî. Dewleta Tirk mafên mirovan li welat gihandiye rewşeke xeter."

Xalid Cebir di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Tevî ku CPT`iyê rapora xwe derxist û tê de teqezî bi siyasetên derqanûnî yên di girtîgeha Îmraliyê de tên kirin, kir û gelek sûc di rapora xwe de belge kirin, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî, girantir dike û binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne."

Her wiha Cebir bang li komîteyên qanûnî yên navneteweyî kir ku bi awayekî qanûnî bixebitin, ji polîtezîkirina qanûnê dûr kevin, hewl bidin tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin. Cebir teqez kir ku divê hiqûqnas asta xebatên xwe bilind bikin da ku Tirkiyê neçar bikin ku qanûnên navneteweyî pêk bîne.

Xalid Cebir di dawiyê de bang li CPT`iyê kir ku bi lez destwerdanê bike da ku rewşa rêber Ocalan û hevalên wî nas bike û erka xwe pêk bîne.

Herî dawî di 25`ê Adara 2021`an rêber Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi rêya telefonê axivî bû û hevdîtina dawî ya parêzeran bi rêber Ocalan re di 7`ê Tebaxa 2019`an bû.

(bx)

ANHA