ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2022`YAN
27 hezîran, 2022   23:00

Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Navenda Nirxandin û Şêwiriya Dîplomatîk a li Qamişlo saet di 10:00`an de daxuyanî didin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Koçer cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Sanadîd li Goristana Şehîd Uqab El-Eswed a li navçeya Til Koçer di saet 10:00`an de oxir dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ji bo îmzekirina pirtûka Stêrkên Rûken (Nicûm Mutesîme) a taybet bi pêşbirga Nivîskarê Pêşerojê ya Zarokan li Parka Xwendinê ya Qamişloyê şahiyek saet di 18:00`an de li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Meclis Civakî ya Ermenî Ariv Qesebiyan got Komkara Ereban û civata navneteweyî berpirsa dagirkirina axa wan ji aliyê dewleta Tirk ve ye. Di heman demê de destnîşan kir ku siyasetên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê, berdewama komkujiyên li dijî Ermenan e ku di salên 90`î de bi destê osmaniyan ve pêk hatin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas Xalid Cebir di demekê de ku rayedarên Tirk ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan qanûnî bikin, tedbîrên nû girtin, bang li CPT`iyê kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ednama Koordînasyona Tev-Dem`ê Zelal Ceger şehîd Ferhad Şiblî wek qehremanê durist bi gelê xwe re bi nav kir û banga tolhildanê ji bo wî kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên li herêma Firatê destnîşan kirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, armanc jê ew e ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derve û gotin divê beşên civakê hemû xwe amade bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervana YPJ'ê Zîlan Mazlûm destnîşan kir ku YPJ'ê amade ye ku êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin û deverên dagirkirî rizgar bikin, û got: "Em ê li hember van êrişan bisekinin û dijmin ji xaka xwe derxin û tola şehîdên Rojava hilînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Li dijî gefên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, du jinên endamên PYD`yê bang li jinan kir ku xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Şaredariyên Gel ên herêma Cizîrê projeyên xizmetguzarî destpê kirin û dê rêyan qîr bikin û toreyên kanalîzasyonê sererast bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Di gel ku Mîhrîcana Zarok nêzîk bûye, navendên çand û hunerê yên Tebqa û Reqayê perwerdekirina zarokên ku dê beşarî mîhrîcanê bibin, zêde dikin ku tê payîn di dawiya meha Hezîranê û destpêka Tîrmehê de dest pê bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA