Ayşe Irmak jî hat destgîrkirin

Li Wanê di serdegirtina malan de ya di operasyonên li navenda Edeneyê de hatine pêkanîn Ayşe Irmak hat destgîrkirin, bi wê re hejmara kesên hatin destgîrkirin gihaşt 36’an.

Ayşe Irmak jî hat destgîrkirin
27 hezîran, 2022   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, bi hiceta lêpirsîna li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê tê kirin, ji bo 38 kesan biryara destgîrkirinê da. Ayşe Irmak jî li Wanê di serdegirtina malan de hat destgîrkirin. Bi wê re hejmara kesên hatin destgîrkirin gihaşt 36’an.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Edene, Mêrdîn, Mêrsîn, Wan û Amedê bi ser Navenda Çandê ya Binevşê û hin navnîşanan de hatin girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandine û îşkence li gel kirine.

Piştî serdegirtinê hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yên HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çukurova Şîlan Tûrga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk, û Xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzu, Mûrat Gurbuz, Sûat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP'ê yê Edeneyê Ahmet Akdogan, endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Mazlum Gok, Aktîvîsta TJA'yê Emetûllah Akçaray û Sever Ûzûn, Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirinî ya Behra Spî (AYKAY-DER) Sûphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Uzun, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Dûrgût, Evîn Ozbay, Dîlan Yîgît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykût, Ramazan Demîrhan, Abdullah Ayav û kesekî din ku navê wî nehat zanîn hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku kesên li bajarên cuda hatin destgîrkirin wê bînin Edeneyê û yên li Edeneyê hatin destgîrkirin jî li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin û dozgeriyê jî biryara sînordarkirina ji bo rojekê ya dosyayê daye.