Nivîskarekî sûrî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, banga diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir

Nivîskarê sûrî Hesan Yûnis banga pêkanîna diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir da ku herêmên dagirkerî bên rizgarkirin û aloziya Sûriyê were çareserkirin. Her wiha bang li Şamê kir ku xeteriya Tirkiyê weke xeteriyeke mayînde li ser erdnîgarî û demografiya Sûriyê bibîne.

Nivîskarekî sûrî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, banga diyaloga Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir
26 hezîran, 2022   06:29
HELEB -  MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Armanc ji vê yekê ew e plana xwe ya Mîsaqî Millî pêk bîne û qada dagirkeriya xwe li Sûriyê berfireh bike.

Têkildarî mijarê nivîskarî sûrî Hesan Yûnis bersivên pirsên me da.

Hevpeyvîn wiha ye:

Hûn çawa gefên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê dinirxînin. Li hemberî van gefan çi ji pêkhateyên civaka Sûriyê tê xwestin?

Di nava 100 salan de em nikarin bi hêsanî li gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê binêrin. Tirkiyê tevahî bakurê Sûriyê dagir kirin. Ev yek bi rêya Peymana Sêver û Lozanê ya 1992'yan pêk hat. Her wiha di sala 1939'an de dest danîn ser Lîwa Îskenderon ku hate tirkkirin û navê herêma Hatayî lê kirin.

Ji wê zêdetir tirkan bi rêya qirkirkrina sûriyan, mîna komkujiyê Sêfo yên sala 1919'an, guhertineke kûr a demgorafîk di civaka Sûriyê de pêk anîn û nehiştin ku dozên sûrî, wekî doza kurdan bên çareserkirin.

Ji dema serxwebûnê heta vê kêliyê ve,  hikumetên sûrî yên li pey hev hatine bi fişarên hikumetên Tirk gelek siyaset meşandin. Mirov dikarin wan wekî hikumetên serdest wesif bike ku zext li Şamê kirin da ku biryarên şovenist li dijî kurdan bidin. Yanî çavkaniya van biryaran Tirk bû.

Bi wateyeke din, piştî serxwebûnê hin malbat xwedî serdestiyeke berfireh a siyasî û aborî di nava piraniya hikumetan de hatin avakirin. Ew jî girêdayî şovenista Tirkiyê bûn. Van malbatan xwediyê biryaran şantaj dikirin da ku biryarên ku itîrafê bi mafên çandî yên  kurdan li Sûriyê bike, dernexin. Li hember vê yekê jî gavên pêwîst hatin kirin da ku kurdan tune bikin, paşguhbikin û derfetê nedin ku tev li jiyana siyasî ya giştî ya gelê Sûriyê bibin. Ev yek jî girêdayî dewleta Tirk e.

Tê zanîn ku tirkên neteweperest dema ku di sala 1919`an de ji Sûriyê vekişiyan gelek malbatên serdest li pey xwe hiştin ku berpirsên derxistina nakokiyan di civaka Sûriyê de bûn û berpirsên siyasetên şovenîst ên li dijî kurdan bûn.

Tişta ku ji gelê Sûriyê tê xwestin ew e ku li hember xeteriya Tirkiyê hişyar be. Ew xeteriya hebûnê ne xeteriya teknîkî ye ku ji xwe ve derbas bibe. Ew ber bi guhertin û veguhestinên siyasî ku herêm têre derbas dibe, diçe. Ji ber vê hişyariyê jî siyasetên lihevkirî di navbera hemû aliyên siyasî û pêkhateyên sûrî de derketin. Ev jî tê wateya ku di asta yekemîn de divê hemû bermahiyên ku tirkan di civaka sûrî de hiştine werin rakirin. Bi vê yekê jî gelê Sûriyê ji bo hemû pirsgirêkan dê li hev bikin û paşê li hember xeteriya Tirkiyê bisekinin. Yanî heger em parçekirî bin yan jî di nava pirsgirêkên navxweyî de bin û ji bo mafên çandî di nava nakokiyan de bin em ê nikaribin li hember vê xeteriyê bisekinin.

Dewleta Tirk di asta yekemîn de gefan li bajarokê Til Rifetê dixwe ku ew jî kilîta gihaştina bajarê Helebê ye. Têkiliya van gefan bi Mîsaqî Millî ve ku AKP`ê xistiye nava armancên xwe de çi ye?

Til Rifet kilîteke erdîngarî ye ku herêmên Helebê bi yên Idlibê ve girê dide. Her wiha herêma Efrîn bi herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê ve girê dide. Ev bajar di aliyê erdîngarî de gelekî girîng e.

Til Rifet bajarekî xwedî girîngiyeke din e ku girêdayî projeya AKP`ê ye, an ku projeya  vegerandina sûriyan li bakurê Sûriyê û bihckirina wan li avahiyên niştecihbûnê yên ku li bakurê Sûriyê têne avakirin. Di Til Rifetê de gelek çavkaniyên avê hene ku dibe koçber bi awayekî mezin têde bicih bibin. Axaftina der barê avakirina bajarên nû ji bo bichkirinê de tê xwestin ku çavkaniyên avê di asta yekemîn de hebin.

Ji ber wê jî Til Rifet di projeya bicihkirina penaberên Sûriyê de girîng e. Ew jî projeya ku xebat bi awayekî  zanistî û sîstematîk li ser tê kirin. Her wiha lêkolîn der barê devberên bicihkirinê ku dê were avakirin, têne çêkirin. Heman demê xala din jî ew e ku Til Rifet dikeve aliyê herêmên di bin serweriya çeteyên Tikiyê yên li bakur de ji wan herêman jî herêma Efrînê ye.Til Rifet ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê bingeh e û mîna berxwedana ji bo rizgarkirina Efrînê ye.

Ji ber vê yekê Til Rifet kilîta erdnîgarî ye ku gelek nuqteyên digihîne hev. Xwedê neke heger Til Rifet têkeve destê tirkan wê demê wê dewleta Tirk zextê li Helebê bike û herêmên di bin serweriya çeteyên ''Artêşa Niştîmanî''  de tev li herêmên çeteyên ''Heyet Tehrîr El-Şam'' bike. Ev jî leza serweriya Heyet Tehrîr El-Şam li ser gelek herêmên derdora bajarê Efrîn û gundewarên wê bi awayekî xurt, diyar dike. Ev jî li ser hesabê komên çete yên din tê kirin.

Niha jî projeya dewleta Tirk heye ku wan herêman tev li hev bike û têxin bin serweriyeke hevbeş. Dibe ji bo avakirina yek çeteyî be ku destekê bide çi êrişên ku dibe werin kirin.

Lê ez texmîn nakim ku dewleta Tirk têkeve Til Rifetê. Texmîn nakim hêzên navneteweyî û herêmî û ne jî sûrî yên li wê herêm derfetê bidin  ku vê yekê bike. Di navbera hemû aliyan de lihevkirineke heye ku nehêlin Tirkiye têkevin Til Rifetê.

Der barê Mîsaqî Millî de jî, ew ne bi AKP'ê re ji dayik bûye, ew ji aliyê netewperestên Tirk ve di serdema Ataturk de hat ragihandin. Ew projeyeke dûr û dirêj a tirkan e, ne girêdayî aliyê desthelatdar ve ye. Li ser wê 100 sal in kar tê kirin, her operasyoneke dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê û gefên dagkirinê yên nû dikevin çarçoveya "Mîsaqî Millî" û li wir nasekine.  Yanî eger dewleta Tirk herêm dagirkir dê berê xwe bidin Heleb, Reqa, Hesekê û hemû wilayetên Helebê yên Osmanî û wilayeta Mûsilê yên dikevin çarçoveya "Mîsaqî Millî". Ew projeyeke girêdayî derfetên guhertinên siyasî ye û dibe ku dewleta Tirk bin bikeve û nikaribe encamên wê tehemûl bike.

"Mîsaqî Millî" projeyeke di hişmendiya tirkan de ye û ew dê di gotinên xwe yên dîplomatîk de dewam bikin. Ew projeyeke li ser esasê siyasetên dewleta Tirk pêk tê û heta ku ji dest wan bê dê kar li ser bikin. Her wiha ew projeyeke metirsîdar e û ne bawerim ku sîstema cîhanî rê bide wê.

Hûn çawa helwesta hikûmeta Sûriyê û aliyên din ên li Sûriyê ji gef û êrişên dewleta Tirk dibînin, gelo ew ji bo parastina herêmê têr dike?

Di baweriya min de helwesta hikûmeta Sûriyê ne li gor tê xwestin e. Tirkiyê weke xeter û hebûna wê ku ziyan digihîne erdnîgarî û demografiya Sûriyê nabînin.

Hin siyasetên Sûriyê xeteriya  Tirk weke beşek ji xeteriyên li hember Sûriyê dibînin, lê nabînin ku ew xeteriyeke sereke ye yan jî mirineke ku ji bakur tê. Bi kurtayî ew xeteriya dewleta Tirk weke beşek ji gefên gelek aliyan ku rastî hikûmeta Sûriyê tê dibînin.

Beşek ji welatiyên Sûriyê xeteriya vê yekê nas nakin û beşek din tenê li Tirkiyê di aliyê mezhebî de dinêrin.  Mixabin, sedemên mezhebî hişt ku gelek welatiyên Sûriyê berê xwe bidin hembêza Tirkiyê û ew jî sûrkiyon ne ne sûrî ne.

Em li pêşberî nexşeya belavkirina helwestên sûrî ji xeteriya Tirkiyê ne. Ew nexşe cihê mixabînî û xemgîniyê ye. Beşek ji gelê Sûriyê Rêveberiya Xweser ji dagirkeriya Tirk xetertir dibînin, mixabin gelek nîqaş li ser wê hat kirin. Gelê Sûriyê dîroka xwe baş nexwendiye, dewleta Tirk derbasî çi herêmê bûye jê derneketiye, ev yek di wêjeya tevgerên neteweperestiya tirkan  de heye.

Pêwîstî bi gelek şîroveyan heye, birîna dewleta Tirk a di laşê Sûriyê de vekirî ye û kevn e, ji zû de xwîn dirijîne.  Beriya ku em hewl bidin ku vê birînê bipêçin, divê destpêkê em li hev bikin. Divê em li hev bikin çawa birînê derman bikin. Gelek welatiyên Sûriyê vê birînê nabînin û bi wê hest nakin.

Lê gefên dawî yên tirkan ên li dijî Til Rifet û Minbicê gelek erêniyên wê hene.  Em dikarin behsa wan bikin, ew jî vegera hemahengiya di navbera Artêşa Sûriyê û QSD'ê de ye. Me dît ku artêşa Sûriyê li ser xetên şer belav bû, ev tiştekî baş e, gef hişt ku gelê Sûriyê bi hev re kar bikin.

Ev encameke baş e li hember gefeke mayînde, em dikarin wê erênî binrxînin tevî ku ew ne girêdayî siyaseteke zane ye. Divê em behsa esasê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de bikin da ku hemû nakokî bên bi dawîkirin û çarseriyeke ku bi dilê hemû aliyên Sûriyê be bê dîtin, divê parçebûn gefên li ser Bakur nenuximîne.

Girêdayî Mîsaqî Millî, gelo tu roleke Tirkiyê di geşkirina nakokiyê nîjadî û mezhebî yên  li Iraqê de heye, ku bûne sedema aloziya Iraqê ya dawiyê?

Helbet rola dewleta Tirk li Iraqê neyînî ye. "Mîsaqî Millî" her dem bakurê Iraqê heye, Tirk dibînin ku Mûsil beşel ji dewleta Osmanî ye.

Serokê berê yê dewleta Tirk Torgut Ozal mijara avê anî ziman, em behsa ava Dicle û Firatê li hember petrola Iraqê dikin. Daxuyaniya wî wiha bû "pere û petrol li cem wan hene, li cem me jî av heye". Tirkiyê bendaveke mezin li ser çemê Dicle ava kir da ku av negihêje Iraqê û li ser Iraqê zexteke avê çêbike û destkeftiyan li Iraqê bi dest bixe.

Têkiliyên dewleta Tirk bi Kurdistana Iraqê û malbata Barzanî re baş in, bi hev re hemahengî dikin. Derketina DAIŞ ji Mûsilê û pêkanîna komkujiyan li hember êzidiyên li Şengalê bi hemahengiya li gel dewleta Tirk pêk hat. Tirk di pêkanîna komkujiyan de çalak bû.

Têkiliya Muqteda El-Sedir jî bi dewleta Tirk re heye. Dewleta Tirk li Iraqê parçebûnan çêdike û dixwaze sîstema siyasî li Iraqê têk bibe û bakurê wê parçe bike, ev siyaseta sabît a dewleta Tirk e.

Tirk behsa Til Rifet û Minbicê yên li Sûriyê dikin, ev gaveke lezgîn ji bo wan e. Li bakurê Iraqê jî rewş cuda ye, planên xwe bi giranî pêk tînin, dixwazin beşek ji herêma Kurdistana Iraqê parçe bikin. Artêşa Tirk niha li bakurê Iraqê heye û li ber çav û guhê cîhanê terorê dike û welatiyên Iraqê dikuje.

Xeteriya Tirk li Iraqê ji Sûriyê mezintir e, ji ber ku dahat û derfetên li Iraqê ji Sûriyê pirtir in. Mebesta min hêzên herêmî li Iraqê ji Sûriyê bêhtir parçekirî ne, Îran, Erebistana Siûdî, Amerîka û dewleta Tirk heye.

Tirk xwedî bandor û roleke eşkere ye ji ber têkliyên wan bi Tevgera Sedir û partiyên sunî li Iraqê  û malbata Barzanî li bakur re hene. Bi giştî dixwazin welat têk bibin, ji qutkirina avê bigire heta rêgirtina li ber peymanên siyasî yên ji bo avakirina hikûmeta ku karûbaran bi rêve bibe.

(bx-şt)

ANHA