'Eger êriş li ser dibistana min bidomin ez nikarim xeyalên xwe pêk bînim'

Omer El-Elî, zarokê 10 salî ditirse ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser dibistana wî bidomin û ew xewna xwe ya mamostetiyê pêk neyne. Omer hestên bi hezaran zarokan rave dike, ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji dibisitanên xwe dûr ketine.

'Eger êriş li ser dibistana min bidomin ez nikarim xeyalên xwe pêk bînim'
26 hezîran, 2022   05:48
HESEKÊ

Êdî jiyan li Sûriyê ne wek ku mamosteyên refa yekê vegotibûn; "cîhan xweş e, ezman şîn e û çivîk dixwînin." Rewşa Sûriyê ji 2011'an ve berovajî wê dijwatir bûye. Êdî dengê top û êrişan li şûna dengê çûkan li ser serê sûriyan digerin. Birçîbûn, koçberî û tîbûn jiyana wan a berê ya xweş kiriye dojeh.

Di navbera rastî û xewnan de zarok li cîhaneke wisa demyzînin ku mafê wan di jiyanê de ji wan hatiye standin. Ji ber ku ew dibin qurban û maf wan di pejirandin an redkirinê de tune ye. Nivîsandina li ser wan, rêya yekane ye ku xewnên xwe yên belawele bînin ziman. Bi hevoka (cihê zarokan tune ye) rapora dirêj a UNICEF`ê pê azarên zarokên Sûriyê li gel aloziya li welêt vegot.

Yek ji van çîrokan, çîroka Omer El-Elî yê 10 salî ye. Omer bi malbata xwe re li gundê El-Exîbiş ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dijî û li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şahid e.

Kameraya ajansa me li gundê El-Exîbiş ku bi 3 kîlometreyan dûrî baregeha artêşa Tirk a dagirker e, geriya û Omer 10 salî ku bi cilên parçeyî di nav koma kavîlan de li nêzî mala xwe digeriya kişand. Ev koma kavil, dibistana gund bû, beriya ku DAIŞ`ê dibistanê biteqîne. Omer ji kameraya me re axivî û behsa azarên xwe kirin ruxmî ku biçûk e.

Omer li pêşiya depa ji ber topan qulqulî ye sekinî û got: "Ev kavil dibistan bû, berî ku çeteyên DAIŞ'ê wê biteqînin. Bavê min digot ku gava wan ew xerb kir, ez pir biçûk bûm. Niha jî ez bi çavên xwe çi bi serê dibistana li rex mala hat dibînim û şahidê hedefgirtina wê me."

Qada dibistana xirabkirî ji Omer re bûye rêyek ku her sibeh di nav dîwarên wê yên hilweşyayî,  de, daniştekên şikestî, banên ketî û depan re degeriya.

Bi dengekî lerizok û kelecan Omer tirsa xwe ji topbarana rojane ya li ser gund û dibistanê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve wiha anî ziman: "Eger êriş li ser dibistana min bidomin ez nikarim bibim mamoste wek bavê xwe. Gava ez bi rê de diçim ez ditirsim ku dibistan rastî topbaranê were û li ser serê me hilweşe, yan jî ez li qada dibistanê bim û ew were topbarankirin û ditirsim ji dibistana xwe dûr kevim û xewna xwe pêk neynim."

Omer ê ku di refa sêyan de dixwîne, hêvîdar e ku xewna xwe ya biçûk pêk bîne, ku hemû zarokên cîhanê ji destpêka dibistanê de vê yekê hêvî dikin; "Ez dixwazim bibim mamoste".

Omer hêvî kir ku cîhan ji bo zarokên Sûriyê bikeve tevgerê û got: "Ez ji cîhanê dixwazim ku DAIŞ û artêşa Tirk ji herêmê derxe ji bo ku xwendina xwe bidomînim."

Dewleta Tirk a dagirker êdî bûye kabûsek ji zarokên navçeya Til Temirê re. Ji dawiya sala 2019'an ve ji dema ku artêşa Tirk a dagirker li nêzî navçeyê bi cih bûye ve, 9 dibistan ji ber topbaranê ji xizmtê derketin.

(mh)

ANHA