Mêtîngeh.. beşekî planên dagirkeriya Tirk ji bo qutkirina herêmên Sûriyê ye

Avahiyên mêtîngeriyê beşekî plana dewleta Tirk a qutkirina xaka Sûriyê ye. Hemû dane nîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bakurê Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike. Avahiyên mêtîngeriyê û polîtîkayên tirkkirinê îsbata vê yekê ne.

Mêtîngeh.. beşekî planên dagirkeriya Tirk ji bo qutkirina herêmên Sûriyê ye
26 hezîran, 2022   06:26
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker avakirina mêtîngehan li herêmên dagirkirî didomîne. Ev yek di çarçoveya guhertina demgorafiya herêmê de tê kirin, ku hewl dide nêzî milyonek penaberên sûrî yên li Tirkiyê dersînor bike û wan li mêtîngehan bi cih bike.

Destpêka 2022'yan de, dewleta Tirk a dagirker lez da avakirina mêtîngehan li bakurê Sûriyê, bi taybet li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Ev yek bi destek û fînanseya rêxistinên îxwanî yên qeterî û kuwêtî pêk tê.

Ji destpêka 2022'an ve, zêdetirî 7 mêtîngeha li kantona Efrînê hatine avakirin. Dagirkeriya Tirk li navçeya Şiyê li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê 2, li gundê Mihemediyê yê navçeya Cindirêsê 2, li gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê yek û li gundê Xerza jî mêtîngehek ava kirin.

Her wiha dagirkeriya Tirk mêtîngehên ku berê li kantona Efrînê ava kirine firehtir kirin û li herêmên din ên dagirkirî ji Cebarlusê bigire û heta Idlibê li bakurê Sûriyê gelek mêtîngeh ava kirin.

Pê ve girêdayî, wezîrê karên hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu îsal gelek caran serdana herêmê kir û xebatên avakirina mêtîngehan li Sûriyê şopand, bi taybet li herêmên Idlib, Efrîn û Serêkaniyê.

Soylu di civînekê de li Enqereyê ya têkildarî nasandina projeya 1000 avahiyên mêtîngeriyê li Sûriyê, gotibû, hejmara avahiyên mêtîngeriyê li Sûriyê gihaştiye 60 hezar malan ku li ser 259 nuqteyan hatine avakirin. Hejmara malbatên ku li wan avahiyan hatine bicihkirin gihaştiye 51 hezar û 427 malbatî.

Di destpêka Hezîranê de, serokkomarê Tirk Erdogan careke din gefa dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar ku dê Til Rifet li Şehbayê, Minbicê li rojavayê çemê Firatê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û avakirina “herêma ewle” bi kûrahiya 30 kîlometreyan, dagir bike.

Li gorî agahiyan, hejmara avahiyên mêtîngeriyê li Idlibê gihaştiye 45 hezar û 903 avahiyê, derdora 14 hezar li herêma di navbera Ceralubsû heta Efrînê de hatine avakirin.

Dagirkeriya Tirk ji “herêma ewle” armanc dike ku xewnên Osmaniyan û Mîsaqî Millî vejîne ku sînorên wê ji Deryaya Spî li rojava û heta Mûsilê li rojhilat e.

2013: DESTPÊKA PROJEYÊN MÊTÎNGERIYÊ BÛ

Destpêkê dewleta Tirk a dagirker komeleya bi navê “Komeleya El-Ata” sala 2013`an ava kir ku avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê heta bigihêje herêmên li parêzgeha Idlibê ava bike.

Fikra mêtîngehan sala 2014`an bi avakirina avahiyekê dest pê kir. Piştre ev yek bi pêşket û dest bi avakirina mêtîngehan hat kirin da ku malbatên ji piraniya herêmên Sûriyê hatine, lê werin bicihkirin. Destpêk ji gundê Hemed El-Emar ê li ser sînorên Tirkiyê yê parêzgeha Ildibê bû. Sala 2015`an tê de 100 yekîneyên mêtîngerî hatin avakirin.

Sala 2016`an, “Komleya El-Ata”, 520 avahiyên mêtîngeriyê li bajarokê Atme yê bakurê Idlibê ava kir. Sala 2017`an mêtîngeheke din ku ji 748 avahiyan pêk tê ava kir.

Li Babê ya rojhilatê Helebê û li Serêkaniyê jî avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Li Babê 250 avahiyên mêtîngeriyê û li Serêkaniyê 200 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.

Li Cerablus ê rojhilatê Helebê, di qonaxa destpêkê de 250 avahî hatin avakirin. Di qonaxa duyemîn de jî ku bi navê” Kombûna Aborî” hatibû bi navkirin 540 avahî hatin avakirin. Di qonaxa sêyemîn de jî 800 avahî hatin avakirin û di merasîma vekirina avahiyan de cîgirê waliyê parêzgeha Gazî Entab (Dîlok) a Tirkiyê, rêveberên tenduristiyê û perwerdeyên yên Tirk û rayedarên alî û rêxistinên herêmî beşdar bûn.

Ev proje li gundê Emarne yê Cerablusê û li ser rêya sereke ye ku hemû gundan û bajarokan bi bajêr ve girê dide.

Li gorî “meclisên herêmî” yên girêdayî dagirkeriya Tirk, sala 2021`an hejmara avahiyên mêtîngeriyê gihaşt 3 hezar û 500 avahî. Mêtîngeheke din li Ezazê ku ji 400 avahiyan pêk hat, hate avakirin. Her wiha 282 avahiyên din li Cerbalusê hatin avakirin.

AVAKIRINA BI DEHAN MÊTÎNGEHAN LI GUNDÊN KANTONA EFRÎNÊ

Li kantona Efrînê jî, dagirkeriya Tirk bi rêya komeleyên qeterî, kuwêtî yên ixwanî û ewropî di bin navên mirovî de avahiyên mêtîngeriyê ava kirin. Ji wan komeleyan, Komeleya Eyş bî kerame (Jiyana bi rûmet bo Filistîniyan), Eyadî Beyda (Destên Spî), Xuwez Beyda (Kumên Spî), Komeleya Tawiniyê (Komeleya Hevkariyê).

15`ê Mijdara 2018`an, yekemîn avahiyên mêtîngeriyê bi navê “Gundê Şamiyê” hat avakirin, ji ber rêjeya zêde ya çeteyên Cebhe El-Şamiyê tê de bi cih bûn bi vî navî hat binavkirin. Ev avahî li rojhilatê bajêr li ser lûtkeya çiyayên li rojvayê bajarokê Meryemînê hat avakirin.

Komeleya El-Beyan avahiyeke mêtîngeriyê li gundê Avrazê yê navçeya Mabeta li qada ku Newroz lê dihat pîrozkirin, ava kir.

Li gundê Hec Hesna jî, Munteda Sûrî bi serokatiya Xesan Hîto ku serokê berê yê “hikumeta demkî ya Îtîlafê” bû û girêdayî çeteyan e û saziya “Îhsan a Xêrxwazî û Geşepêdanê” bi serokatiya Bera El-Samûdî di 2`yê Nîsan de dest bi avakirina 247 avahiyên mêtîngeriyê li çiyayê Şûtî yê nêzî çiyayê Qaziqlî yê gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê kir.

Li navçeya Şiyê û Racoyê jî, dagirkeriya Tirk bi desteka û fînanseya çeteyên Sultan Suleyman Şah (El-Emşat) 3 mêtîngeh li seranserî xeta sînor ji gundê Çeqala, deşta Şadiya ya navçeya Raco ava kir. Her wiha li devera di navbera gundê Çeqela û Qermîtliq de mêtîngehek ji bo cihkirina 300 malbatên çeteyên li Lîbyayê şer kirine, ava kir.

Li gundê Baflûnê yê êzdiyan jî, dagirkeriya Tirk di 12`ê Mijdara 2020`an de mêtîngehek bi navê “Kampa Hevkarî” bi fînanseya komleyên qeterî, kuwêtî yên îxwanî ku ji 70 avahiyan pêk tê ava kir.

Li navenda bajarê Efrînê jî dagirkeriya Tirk mal û milkên welatiyên resen ên li taxa Eşrefiye desteser kir ku ayîdî Mehmûd Keleş, Henan Nasir, Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê ne, da ku kampekê ji malbatên çeteyan re ava bike.

Her wiha komeleya “Eyiş bî kerame lî ehelî Filistîn 48” (jiyana bi rûmet bo filistîniyên 48`an) bi armanca bicihkirina filistîniyên ku Tirkiyê ji kampên li Sûriyê anîne, mêtîngehek ji 99 avahiyan pêk tê bi navê “Besma” li gundê Şadirê yê êzidî yê navçeya Şêrawa ava kir.

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de bi finanseya komeleyên kuwêtî yên ixwanî li gundê Xalta yê navçeya Şêrawa mêtîngehek bi navê “Kiwêt Rehme” ku ji 300 avahiyan pêk tê ava kir.

Dagirkeriya Tirk ji bo malbatên turkmen ên alîgirên AKP`ê li seranserî xeta sînor ji navçeya Şera heta Bilbilê, ji navçeya Cindirêsê heta navçeya Raco bi dehan mêtîngeh ava kirin.

Bi fînanse û çavdêriya Komeleya AFAD a Tirkiyê li gundên Mihemediye, Dêr Belût ên navçeya Cindirêsê, li girê dîrokî yê navçeya Cindirêsê li nêzî gundê Yelanqûz, gundê Celemê, Dîwa Jêrîn û Jorîn, Qulkê û Îska avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin.

Li navçeya Raco jî, dagirkeriya Tirk li gundê Meydan Ekbez ê li ser sînor avahiyeke mêtîngeriyê, li navçeya Bilbilê 7 avahiyên mêtîngeriyê ava kirin da ku malbatên ji piraniya herêmên Sûriyê anîne û her wiha 30 malbatên bi sponseriya Rûsyayê ji gundê Um Batne yê parêzgeha Quneytîrayê anîne, bi cih bike.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, rêxistina Heyva Sor a Tirk, bi hevkariya waliyê Hatay bi sedan avahiyên mêtîngeriyê li navçeya Cindirêsê ava kirine.

Di çarçoveya guhertina demografiyê de dagirkeriya Tirk hewl dide çanda gundên Êzidî yên kantona Efrînê biguher û bajêr ji herêmên din ên Sûriyê qut bike. 

KOMELEYÊN XEBATÊN AVAKIRINA MÊTÎNGEHAN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ FÎNANSE DIKIN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistine, komeleyên ku avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin û hejmara avahiyên ku ava kirine wiha ne; IHH 18 hezar û 601 avahiyên mêtîngeriyê, Turkiya Diyanet Vakfi 8 hezar û 16 avahî, AFAD 7 hezar û 613 avahî, Sadakataşi 5 hezar û 50 avahî, Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 189 avahî, Fatih 2 hezar û 86 avahî, Hayrat Yardim 2 hezar û 58 avahî, Deniz Feneri hezar û 720 avahî, Yadî Başak 700 avahî, Beşir Dernengi 641 avahî, IDDEF 610 avahî, Hundayi Vakfi 587 avahî, Kiyamder 265 avahî û ANDA 200 avahiyên mêtîngeriyê ava kirine.

Navên rêxistinên qeterî ,kuwêtî û filistînî jî wiha ne: Komeleya Jiyana bi rûmet bo Filistiniyan, Komeleya Xêrxwaziyê û Geşepêdanê ya Îhsan, Destên Spî, Kumên Spî, Komeleya Hevkariyê, Xêr El-Şam, Komeleya El-Beyan, Erebên Filistînê yên sala 48 in, van komeleyan 9 hezar û 352 avahî ava kirine.

ROLA TIRKIYÊ DI AVAKIRINA MÊTÎNGEHÊN ÎSRAÎLÊ DE

Dagirkeriya Tirk roleke mezin di avakirina mêtîngehên îsraîlê de lîstiye. Di salên notî de li gorî lihevkirina di navbera her duyan de sala 1996`an yekemîn şîrketên Tirkiyê gihaştiye Îsraîlê. Armanc jî, zêdetirina avahiyên mêtîngeriyê bû da ku koçberiya cuhiyan a zêde pêşwazî bike ku ji dewletên Yekitiya Sovyet a berê dihatin.

Ji wan şîrketa Yilmazlar ku rojnameya “Haaretz” a îsraîlî bi şîrketa herî serkeftî bi nav kir ku di qada avakirina mêtîngehan de kar dike.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên MIrovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo got dagikeriya Tirk hewl dide rêjeya Kurdan li Efrînê kêmtir bike, piştî ku rêjeya wan piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de daketibû ji sedî 23.

Şêxo diyar kir ku xebatên avakirina mêtîngehan li Efrînê û herêmên dagirkirî bênavber didomin. Her wiha destnîşan kir ku bi destpêkirina 2022`yan re dagirkeriya Tirk asta avakirina van mêtîngehan li kantona Efrînê ya dagirkirî zêdetir kir, nexasim piştî ku ragihand dê milyonek penaberên sûrî vegerîne herêmê û herêma ewle bi kûrahiya 30 km ava bike, lê got armanca sereke, mayîndekirina dagirkeriyê li herêmên dagirkirî ye.

Şêxo bal kişand ser axaftina serokkomarê Tirk Erdogan û îdiaya wî ya vegera bi “dildarî” bo Sûriyê û got: “Propagandaya ku raydaryên Tirk di serî de Erdogan dikin, ku vegereke dildarî bo Sûriyê heye, ne rast e. Rastî ew e ku dagirkeriya Tirk sûriyan neçar dike ku belgehên vegerê îmze bikin. Yên ku vê yekê jî nekin, di nav kampên girtî de li gundê Maraş digire.”

Her wiha Şêxo îşaret bi şerên di navbera komên çeteyan de ku di vê dawiyê de rû dane kir û got: “Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bi erêkirina Tirkiyê derbasî Efrînê bûn. Armanc jî, avakirina kambereke reş li seranserî herêmên dagirkirî ye. Serdana rayedarên Tirkiyê dem dem bo herêmên dagirkirî, tevliheviya ewlehiyê û avakirina mêtîngehan, ev bi giştî nîşana qutkirina herêmên bakurê Sûriyê û tevlêkirina wê ji Tirkiyê re ye.”

(şx)

ANHA