​​​​​​​Şêx Xalid El-Hebîb: Kurd û Ereb li hemberî mêtîngeriyê yek in

Rûspiyê eşîra El-Cewale, şêx Xalid Hebîb diyar kir ku têkiliya Kurd û Ereban dîrok û mîrate ye û got: "Ev tevkarî û têkilî bi şerê li hemberî terorîstan re xurttir bû. Bi saya berxwedanê ew ê mêtinger têk biçe."

​​​​​​​Şêx Xalid El-Hebîb: Kurd û Ereb li hemberî mêtîngeriyê yek in
26 hezîran, 2022   00:45
KADAR ÎBRAHÎM-QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn Kurd û Ereb bi gefên hevbeş re rû bi rû ne, ji wan ên artêşa Tirk a dagirker. Li hemberî van êrişan bangên xurtkirina hevkariya di navbera her du pêkhateyan de zêdetir dibe.

'DÎROKEKE TIJÎ TEVKARÎ Û BERXWEDAN LI DIJÎ DAGIRKERAN E'

Li ser têkiliyên di navbera Kurd û ereban de, ji  navçeyaTirbespiyê rûspiyê eşîra El-Cewale, Şêx Xalid El-Hebîb axivî û got: "Têkiliyên Kurd û ereban xwedî dîrokeke kevnar û hevbeş e. Her du aliyan li hemberî êriş û gefan bi hev re li ber xwe dane û berdêl di vê oxirê de dane. Ji dema dagirkeriya Fransa ya li Sûriyê berdêl yek bûn. Di şerê li hemberî Îsraîlê de heta şerê vê dawiyê yên li dijî terorê Kurd û Ereb ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji komên terorîst û destwerdanên derve  yek bûn."

Şêx Xalid El-Hebîb wiha axaftina xwe dewam kir: "Çarenûs û têkiliyên hevbeş ê di navbera Kurd û ereban de, me ji bapîrên xwe wergirtiye. Mînaka wê jî di Şoreşa Beyandûr de malbatên her du pêkhateyan di xendeqekê de şer dikirin."

'YEKITIYA ME XURTTIR BÛYE Û LI DIJÎ MÊTINGERAN EM Ê DI XENDEQEKÊ DE BIN'

Şêx Xalid El-Hebîb îşaret bi yekitiya pêkhateyan a li dijî terorê kir û got: "Bi xeteriya êrişên terorîstan ên li dijî herêmê re, yekitiya pêkhateyên wê xurttir bû. Kurd, Suryan û Ereb cihê xwe di nav QSD`ê de girtin û tevda şehîd dan. Ji xwe kurdan ev gava mezin avêt û dest bi rizgarkirina herêmê ji terorê kir, ji ber ku partiyên kurdî hîn zêdetir bi rêxistinkirî bûn û dûvre jî ciwanên Ereb tev li wan bûn. Di encamê de em ê li dijî mêtinger û terorê di xenqexekê de şer bikin."

Şêx El-Hebîb diyar kir ku bi destpêkirina aloziyê û dema terorîstan êrişî herêmê kir re, eşîra El-Cewal,  bi taybet li Tirbespiyê yekitiya di navbera pêkhateyên herêmê de xurttir kir. 2013`an li mêvanxaneya xwe dest bi civînan kir û bi hemû derfetên xwe banga parastina aştiya gelan û berxwedana li dijî terorîstan kir.

'HEWLDANA ZINDÎKIRINA OSMANIYAN DÊ BI SER NEKEVE'

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker şêx Xalid El-Hebîb wiha axivî: "Kîjan mêtingerê derbasî welatê me dibe, hemû beş û pêkhateyên civakê dike armanc ew dijminê tevan e. Osmaniyan bi salan herêm dagir kir û î her kes sûcên ku pêk anîn nas dike. Lê hewldanên zindîkirina împeratoriya Osmanî dê bi ser nekevin, ji ber ku gelê Sûriyê bi hemû beşên xwe vê yekê red dike. Tirkiye berî her kesî xwest herêmê xirab bike û komên terorîst derbasî herêmê kir û pêkanîna sûcan dewam dike. Lê em ê bi berxwedana xwe li dijî wê bisekinin."

'DIVÊ ÇARESERIYEKE SÛRÎ BE'

Şêx Xalid El-Hebîb behsa aloziya Sûriyê kir ku nehatiye çareserkirin û got: "Em banga çareseriya sûrî-sûrî dikin, her wiha dixwazin pirsgirêkên wê bi rêya diyalogên di navbera aliyên sûrî de werin çareserkirin û tu pêkhate neyê paşguh kirin çi Ereb, çi Suryan û çi Kurd be. Di heman demê de rê li pêşiya her kesî were vekirin ku li welatê xwe bi rola xwe ya civakî û siyasî rabe."

Şêx Xalid El- Hebîb îşaret bi modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Qonaxa berê isbat kir ku modela Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê çareser dike û divê em mijar di navbera sûriyan tevan de were nîqaşkirin, pê re jî sîstemeke li gorî dewleta Sûriyê were diyarkirin ku mafên her kesî biparêze."

Rûspiyê eşîra El-Cewle Şêx Xalid Hebîb li ser timayên derve hişyarî da û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku timayên Tirkiyê yên li Sûriyê gelek in û xeteriyeke mezin li ser herêmê û Sûriyê heye. Lewma derveyî berxwedanê û şer tu tişt dawî li mêtingeran nayne. Li ser vê jî divê her kesî bi berpirsyartiya xwe rabe."

(eh)

ANHA