Li Girkê Legê çalakiyek ji bo zarokên şehîdan

​​​​​​​Komîteya Jîngehê ya Kongra Star û Komîteya Şilêr a Karûbarên Zarokan, bi hemahengiya Meclisa Malbatên Şehîdan, çalakiyek ji bo zarokên şehîdan li Girkê Legê li dar xistin.

Li Girkê Legê çalakiyek ji bo zarokên şehîdan
25 hezîran, 2022   17:36
​​​​​​​QAMIŞLO

Komîteya Jîngehê ya Kongra Star û Komîteya Şilêr a Karûbarêj Zarokan, bi hemahengiya Meclisa Malbatên Şehîdan, li gulistana Hevaltî ya bajarokê Rimêlanê, çalakiyek ji bo zarokan li dar xist.

Bi dehan malbat û zarokên şehîdan di çalakiyê de amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/06/25/170031_2022-06-25-sahiye-zaroke-_2830022362229_-__.webp

Di çalakiyê de stran, wênêsazî û lîstok hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de hejmarên Kovara Mizgîn a zarokan li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

(mh)

ANHA