​​​​​​​Panorama hefteyê: Hemas têkiliyên xwe bi Şamê re vedigerîne

Piştî 10 salan ji qutbûnê, Tevgera Hemasê biryar da ku têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerîne. Li aliyekî din Mîrê Urdinê Ebdullah Huseyîn ragihand ku ew destekê bide koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn ku mîna ya NATO'yê be.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Hemas têkiliyên xwe bi Şamê re vedigerîne
26 hezîran, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser vegera têkiliyên Hemas û Şamê, avakirina koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn mîna ya NATO'yê, her wiha erkdarkirina Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê.

‘PRAGMATÎZMA HENIYE HEMASÊ VEDIGERÎNE MALA ESED’

Rojnameya El-Ereb têkildarî vegera têkiliyên tevgera Hemas û hikumeta Şamê wiha nivîsî: “Ruxmî hemleyên berê yên ku fermandarên tevgerê li dijî Esed dane destpêkirin, her wiha tevî ku destpêkê li aliyê opozîsyona Sûriyê bûn, lê  belê tevgera Hemasê dîsa vegeriya mala serokê Sûriyê Beşar Esed.

Çavdêrên filistînî got piştî plana Îxwanan û welatên piştevanên wan a kontrolkirina pêla 'Bihara Ereban' bi bin ket, ya herî zêde zirar dîtiye Hemas bû. Nexasim baweriya Îranê ku hevalbendê wê yê sereke bû û piştevanê wê yê çek û pereyan bû, ji dest da. Çavdêran destnîşan kir ku têkçûna serokê berê yê Nivîsgeha Siyasî Xalid Mişel û hatina Îsmaîl Heniye li şûna wî, bûbûn destpêka vegera Hemasê li hevbendiya Îran û Hizbullahê.

Çavdêran eşkere kir ku hatina Heniye li ser peywira fermandariya tevgera Hemasê parçeyekî lihevkirina vegera li Îranê û şertekî bidestxistina piştgiriya darayî û alîkarîdayîna qaçaxkirina çekan bo Xezayê bû. Her wiha serdana Heniye ya niha ji bo Lubnanê, wekî tacîdarkirina peywendiyên veşartî û eşkere yên her du aliyan bû ku dê bi lihevkirina di navbera Hemas û rejîma Esed de û vegera nûnerên Hemas li Şamê bi encam bibûya.

Çavkaniyên ji Hemasê got tevgera Hemasê piştî 10 salan ji qutbûnê biryara vegerandina têkiliyên bi Şamê re da.”

‘URDIN PIŞTGIRIYA KOPIYA NATO’YÊ YA ROJHILATA NAVÎN DIKE’

Li ser avakirina koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn wekî NATO`yê, rojnameya El-Ereb got: “Mîrê Urdinê Ebdullah Huseyîn roja înê got ew piştgiriyê dide koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn wekî NATO`yê. Di hevpeyvîneke li gel CNBC’yê got, ev koalîsyona leşkerî ku dibe tevî welatên hemfikir bê avakirin, divê xwedî nêrîneke zelal be, rola wî jî divê baş bê diyarkirin.

Ebdullah El-Sanî destnîşan kir ku Urdin bi awayekî aktîf bi NATO`yê re kar dike û xwe wekî şirîkê wî dihesibîne. Her wiha piştrast kir ku welatên Rojhilata Navîn êdî bi hev re ji bo sekinandina li hemberî astengiyên ji ber şerê Ukraynayê derketine, kar dikin.

Ev daxuyanî hemwextî tevgereke dîplomatîk a ji beriya çend rojan ve li Rojhilata Navîn pêk tê. Nexasim serdanên ku mîrzayê Siûdiyê Mihemed bin Selman ji bo Misir, Urdin û Tirkiyê û serdana Ebdulfetah Sîsî, mîr Ebdullah Huseyîn û mîrê Behreynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe.

Her wiha dê serokê Amerîkayê Joe Biden di nîvê Tîrmehê de serdana Filistîn, Îsraîl û Siûdiyê bike û dê beşdarî civîna welatên Kendavê, Misirê, Urdin û Iraqê bibe ku dê li Riyadê bê lidarxistin.

Rojnameya The New York Times vê dawiyê li ser hevkariya zêde ya Îsraîlê bi hin welatên Ereban re û guhertina hevbendiyên li herêmê, raporek belav kir. Rojnameyê ku xwe spart daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Îsraîlê, got Îsraîl parçeyekî hevkariye leşkerî ya herêmî li hemberî Îranê ye.

Rojnameyê da zanîn ku endamên vê însiyatîfa nû ya bi navê “Koalîsyona Parastina Hewayî ya Rojhilata Navîn” e, bi hev re tevî DYA’yê li dijî moşekên Îranê û balafirên bêmirov kar dikin.

Ev însiyatîfa nû encama nêzîkbûna dîplomatîk e ku di encamê de beriya 2 salan peymanên aştiyê bi welatên Ereban re hatin îmzekirin. Heta 2020`an jî ji bilî Misir û Urdinê, welatên Ereban peymanên aştiyê bi Îsraîlê re red dikirin.”

‘MÎQATÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ CAREKE DIN HATE ERKDARKIRIN’

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan ev nivîsand: "Necîb Mîqatî (67) ji 128 dengan bi 54 dengan hat hilbijartin û bi vî awayî bû serokwezîrê Lubnanê. Mîqatî xwe dispêre nermbûna xwe ya siyasî û kesayetî û di zemanê aloziyên mezin û rikeberiyan bi taybet 2005`an de siyaseta zivirandina goşeyan bi kar tîne. Mîqatî wekî namzetekî kêrhatî ku wê dawiyê li nakokiyên siyasî bîne, tê dîtin.

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn, Mîqatî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir, piştî vê yekê jî Mîqatî piştrast kir ku wezareta wî dikare welat ji krîzê derxe."

ANHA