ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2022
25 hezîran, 2022   23:00

-Jinên di nava partiyên siyasî yên MSD'ê de kar dikin, têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê panelek li hola civînana a MSD`ê ya li bajarê Qamişlo li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çandê ya kantona Qamişlo û Komîteya Çandê ya Til Hemîsê çalakiyekî çandî û wêjeyî li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li Til Hemîsê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya pêngava "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" de, Tevgera Jinên Ciwan çalakiyên werzîşê li avahiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya li bajarê Kobanê li dar dixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Hişbirê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke çapemeniyê li dibistana Mîrav a ajokariyê ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Cewale, şêx Xalid Hebîb diyar kir ku têkiliya Kurd û Ereban dîrok û mîrate ye û got: "Ev tevkarî û têkilî bi şerê li hemberî terorîstan re xurttir bû. Bi saya berxwedanê ew ê mêtinger têk biçe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Omer El-Elî, zarokê 10 salî ditirse ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser dibistana wî bidomin û ew xewna xwe ya mamostetiyê pêk neyne. Bi vê yekê hestên bi hezaran zarokan rave kir ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji dibisitanên xwe dûr ketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civat û hêzên navneteweyî hîna çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser û malbatên wan ên Kampa Holê de paşguh dikin. Roj bi roj sûcên qetilkirinê li kampê zêde dibin. Siyasetmedarekî hişyarî li ser kombûna çeteyên DAIŞ'ê li cihekî bêyî ku werin cezakirin da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûrî Mehmûd hişyarî da ku gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ vejîn dike û got: "Ya balkêş, di her gefeke dewleta Tirk de tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde dibe.'' Nûrî Mehmûd teqez kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên dagirkirî û çolistana Sûriyê derbasî herêmê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Avahiyên mêtingeriyê beşek ji plana dewleta Tirk a qutkirina xaka Sûriyê ye Hemû dane diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bakurê Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê. Avahiyên mêtingeriyê û polîtîkayên tirkkirinê îsbata vê yekê ne.

- Kirinên nîjadperest ên li dijî penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê bênavber didomin. Desthilata Tirkiyê ragihand ku ew ê li dijî penaberên sûrî yên li wir û yên dixwazin di Cejna Qurbanê de serdana malabatên xwe li Sûriyê bikin, qeydan deyne. Di heman demê de rojane li dijî wan penaberan sûc tên kirin. Gelo armanc çi ne?

CÎHAN

- Piştî 10 salan ji qutbûnê, Tevgera Hemasê biryar da ku têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerîne. Li aliyekî din Mîrê Urdinê Ebdullah Huseyîn ragihand ku ew destekê bide koalîsyoneke leşkerî li Rojhilata Navîn ku mîna ya NATO'yê be.

HEVPEYVÎN

- Nivîskarê sûrî Hesan Yûnis banga lidarxistina diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de kir da ku herêmên dagirkerî bên rizgarkirin û aloziya Sûriyê were çareserkirin. Her wiha bang li Şamê kir ku xeteriya Tirkiyê weke xeteriyeke mayînde li ser erdnîgarî û demografiya Sûriyê bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA