Dagirkeriya Tirk di navbera Marê û gundê Telalîn de dîwar lê dike

Dewleta Tirk a dagiker di navbera bajarê Marê yê dagirkirî û gundê Telalînê girêdayî bajarê Ezazê de dîwar lê dike.

Dagirkeriya Tirk di navbera Marê û gundê Telalîn de dîwar lê dike
26 hezîran, 2022   10:11
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker bi hinceta bêbingeh a parastina van herêman ji êrişên hêzên hikumeta Şamê, di navbera gundê Telalîn ê girêdayî bajarê Ezazê yê dagirkirî û bajarê Marê yê dagirkirî de dîwar lê dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi dirêjahiya 4 km li ser rêya di navbera gundê Telalîn (40 km li bakurê bajarê Helebê) û bajarê Marê (35 km li bakurê Helebê) de, dîwarê çemento lê dike.

Ev kiriyarên dagirkeriya Tirk di çarçoveya berdewamkirina siyaseta guhartina demografiya herêmên li bakurê Sûriyê yên dagirkirî de, pêk tên.

(eh)

ANHA