Li Minbicê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hate lidarxistin

Komîteya Azadiya Rêbertî û Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbicê têkildarî felsefeya neteweya demokratîk, panelek li dar xist.

Li Minbicê panelek li ser projeya neteweya demokratîk hate lidarxistin
25 hezîran, 2022   14:59
MINBIC

Panel bi diruşma "Ji bo zayîna îro û pêşerojê gelê me fikirê rast e'' li Navenda Çandê ya Minbicê hate lidarxistin. Rewşenbîr û endamên Rêxistinên Civaka Sivîl ên Minbicê beşdarî panelê bûn.

Alîkarê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen behsa projeya neteweya demokratîk û çawaniya serxistina wê kir.

/ar/uploads/files/2022/06/25/143828_jahd-hsn.webp

Hesen got: "Projeya neteweya demokatîk wê me bigihîne civaka exlaq û polîtîk. Ji bo ku ev yek pêk were divê berdêl bên dayîn."

Cahid Hesen diyar kr ku  pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe nespartin tu kesî, xwe spartin hêza xwe û xwe parastin, bi vê yekê ne tenê li li Rojhilata Navîn, lê li cîhanê bûn mînak.

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, girîngiya projeya neteweya demokratîk ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk destnîşan kirin û ji bo serxistina vê projeyê banga xurtkirina têkoşînê kir.

ANHA