Kombûna Jinan a Zenûbiya qetilkirina şehîd Ferhad Şiblî şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê hedefgirtina cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî şermezar kir û bang li hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe li dijî vî sûcî nîşan bidin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya qetilkirina şehîd Ferhad Şiblî şermezar kir
25 hezîran, 2022   12:58
REQA

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya yên nivîsgehên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li nivîsgeha kombûnê ya giştî ya navenda Reqayê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a kombûnê Fatime Behboh ve hat xwendin.

Ji daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Şiblî û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate xwestin û hate gotin: "Ev hedefgirtin tê wateya ku dewleta Tirk di qonaxa binketina siyasî û aborî de ye û difikire eger mîna van sûcan li dijî têkoşerên azad pêk tîne, dê serkeftineke mezin pêk bîne.”

Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk di 17'ê Hezîranê de, erebeyeke li navçeya Kelar a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kir armanc û di encamê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî û 3 kesên din şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide projeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser temsîl dike, derbe bike.

Di daxuyaniyê de ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî banga xurtkirina têkoşînê hate kirin û hate gotin: "Erdogan gefan dixwe û kesayetên welatparêz dike hedef da ku binkeftina xwe veşêre. Em ji Erdogan û hevkarên wî re dibêjin, em ê li ber xwe bidin û qebûl nakin ku herêmên me werin dagirkirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Tevî gef û êrişên dewleta Tirk em ê herêmên xwe rizgar bikin. Bila dewleta Tirk bizane ku em hemû Ferhad, Hevrîn, Seîda, Hind û Sewsen in. Şehadeta her hevalekî vîn û hêza me zêde dike.”

Di daxuyaniyê de bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku helwesta xwe ji sûcên li ser axa wan û di nava serweriya dewleta Iraqê de pêk tên, zelal bikin

(dm)

ANHA