Li gelek bajarên Sûriyê ji ber barana dijwar û birûskan ziyan çêbûn

Li piraniya bajarên Sûriyê baraneke gur dibare û di encamên de qurbanî û ziyanên madî yên mezin çêbûn.

Li gelek bajarên Sûriyê ji ber barana dijwar û birûskan ziyan çêbûn
25 hezîran, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên Xab, Siqilbiyê û Misyaf ên dikevin rojavayê Hemayê, baran bi dijwarî bariya û birûskan veda.

Li gorî çavkaniyan, li gundê Qerîn ê bajarê Misyaf birûskê li kesekî da û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li deverên beravê jî ziyanên mezin ên madî çêbûn.

Gerînendeya Giştî ya Beravan a girêdayî hikumeta Şamê diyar kir ku ji ber bahoza deryayî ya ku li herêmê rû da, gelek ziyan çêbûn. Ev ziyan wiha ne:

Li Laziqiyê keştiyek noq bû, 6 kesên tê de hatin rizgarkirin. Di keştiyeke din de masîvanek jiyana xwe ji dest da û du kesên pê re hatin rizgarkirin, her wiha ziyanên mezin gihiştin kampên turîzmê û derdorê.

Gerînendeyê ragihand ku gelek keştiyên deryayî li Cebelê, Baniyas, Tartûsê rawestiyabûn û ziyanên madî tê de çêbûn. Her wiha 6 kes hatin rizgarkirin piştî ku keştiya wan li peravên Laziqiyê noq bûn.

Serokê Meclisa Bajarê Cebla Ehmed Qenadîl ji medyaya girêdayî hikumeta Şamê re got, ji ber bahozê dar jê bûn, stûn û afîşên li ser rêyan ketin û kabilên kehrebeyê qut bûn.

Li Himusê jî ji ber barana dijwar û birûskan qeza û ziyanên madî çêbûn.

Li bajarê Şam û gundewarên wê jî baraneke dijwar hebû. Lê der barê ziyanan de tu agahî nehatin parvekirin.

Li bajarê Helebê jî di saetên barbangê de baran bi xurtî bariya ku bi saetan dewam kir.

ANHA