Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn

Piştî 30 salan îro Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê 2 malbatên ji Kobanê, li hev anîn.

Rêveberiya Xweser 2 malbat li hev anîn
25 hezîran, 2022   13:05
KOBANÊ

Konê lihevanînê li Navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê hate vegirtin. Bi dehan şêniyên bajêr, her du malbatên şer di navbera wan de çêbûbû û endamên Komîteya Lihevanînê ya Herêmê amade bûn.

1983`yan cenazeyên Bedrî Doşê û Îmo Mihemed Elî yên hevserên hev, li mala wan hate dîtin û di encamê de şer di navbera malbata Ews Elo û Doşê de derket.

Cîgirê hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed axivî û got: "Piştî 30 salan li Kobanê 2 malbat li hev hatin û ev lêborandin ji bo gel projeya xelasiyê ye."

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Firatê Ehmed Yabse bang li gelê herêmê kir ku wekî van her du malbatan nakokiyan deynin milekî û ji hev hez bikin, ji ber ku isbata guhartin û veguhertina civakê dike.

Endama Mala Jinan a Herêma Firatê Siltanê Hemîd jî got, ev kon mînaka lêborandin û hezkirina di navbera gelan de ye.

Endamê Komîteya Lihevanînê ya Sirînê Reşo Elî Reşo jî axivî û da zanîn ku ev lihevanîn serkeftineke nû ya gelê herêmê û mîsogeriya ewlehiyê ye.

Her wiha hevserokê Gerînendiya Ewqafan a Herêma Firatê Ebdurehman Şewket îşaret bi bi vê lihevanîna di navbera gelê bajarekî de kir û got: "Gaveke baş e ku mirov rûyên qenc di nava xwe de bibîne ji ber ku îsbata hêza îman û baweriya dilê gelê me dike."

Di dawiyê de her du malbat li hev hatin û şerê ku zêdetirî 30 salan dewam kir, ji holê hate rakirin.

(eh)

ANHA