Di erdheja li Efganistanê de hejmara qurbaniyan zêde dibe

Dezgehên fermî ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja li eyaleta Paktîka ya Efganistanê zêde bûye û gihaştiye hezar û 150 mirî û bi hezaran jî birîndar hene.

Di erdheja li Efganistanê de hejmara qurbaniyan zêde dibe
24 hezîran, 2022   11:44
NAVENAD NÛÇEYAN

Erdheja roja çarşemê li Efganistanê ku bi pileya 6.1 pêk hat, bi hezaran welatî bê cih û war hişt, li ser vê yekê medyaya bi ser hikumetê ve ragihand ku derdora 3 hezar mal hilweşiyane.

Gerînendeyê Ajansa Nûçeyan a Bextar a hikumetê got li gorî raporên berê hejmara miriyan zêde bûye û bû hezar û 150 û hejmara birîndaran jî ne kêmî hezar û 600 kesî ye. Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Koordînekirina Kar û Barên Mirovî ragihand ku hejmara miriyan 770 ye.

Li Efganistanê ku serjimara wê 38 milyon e, krîza aborî heye û zêdetirî milyonek zarok bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne.

(eh)