Desteya Rêveber a Şengalê şehîd Ferhat Şiblî bi bîr anî

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê Şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî  û da diyakirin , pergala ku bi keda Şehîd  Ferhat li Rojava pêş kete, şaxê  xwe heya Şengalê çû û got : “ pêşengên ji bo cvikên bindset kar dikin ji aliyê dewletên serdest ve tên hedefigrtin."

Desteya Rêveber a Şengalê şehîd Ferhat Şiblî bi bîr anî
24 hezîran, 2022   05:39
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şehîdxistina Ferhad Şiblî ji aliyên dewelatên serdest ve Desteya Rêveber a Şengalê daxuyaniyê da.

Di daxuyaniya Desteya Rêveber a Şengalê de bal liser tekoşîna şehîd Ferhat a ji bo gelê Kurd hate kişandin û wiha hate gotin : “ Her kesî   bi têkoşeriya wî   di avakirna  civakeke azad û demokart de ku li Rojaviyê Kuridistanê da meşandin şehîd Ferhad nas kir û bi keda xwe cihê xwe di nava dilê pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de çêkir.  Bi keda xwe ya di avakirina pergala li Rojava de ku tevhiya pêkhateyên herêmê cihê xwe di nav  de digirin bû pêşeng. Gelê me yê Êzidî jî ji vê pergala li Rojava  bi keda Ferhad hatiye avakirin ezmûn girt, ber bi  Şengalek xweser û Azad ve meşiyan.   Vê pergalê heta  Şengalê şaxên xwe vedan."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşandkirkirin ku şehîd Ferhad Şiblî yek ji kesayetên fermandar ên şoreşa Rojava bû û bi dehan salan xizmeta gel kir û canê xwe feda kir. Çawa li Şengalê pêşengên   şoreşa gelê me, Merwan,Saet, Zekî,Serdeşt û bi dehan pêşngên vê civakê hatin hedefgirtin, bi heman awayî şehîd Ferhad jî bû hedefa dijmin.  Armanc ji hedefgirtina van pêşngan ew e ku civakên di Rojhilata Navîn de, li pey  mafê xwe yê azadiyê ketine bê deng bikin. Lê  êdî gelê me gehiştiye wê astê  û dikare cihê van pêşngan dagire û têkoşîna wan berdewam bike. 

Di dawiya  daxuyaniyê  de   keda malbat a ji bo gelê Kurd hate bibîrxstin û wiha bi dawî bû   :“Vê malbata berxwdêr   ji bo azadiya civakên ku li azadiya xwe digerin  gelek ked dane û bê cudahî bixin nav de li her dera hatiye xwestin xebatên xwe dane meşandin. Di dema gelê me di dorpêça çeteyan de bû, Îsam Şiblî ê birayê şehîd Ferhad Şiblî, ku di nava rêzên YPG’ê de bû birayê berê xwe da Şengalê û di dema vekirina Korîdora mirovî ya  navbera Şengalê û Rojava de şehîd ket. Bi keda van şehîdan îro civaka me kariye xwe liser pêyên xwe bigire. Li ser vî esasî em  di şexsê şehîd Ferhad û hevalên ku pê re şehîd ketine bi bîr tînin û bejna xwe  li ber keda wan de ditewînin.  Bi navê gelê Şengalê, sazî û dezgehên Rêvberiya Xweser sersaxî ji malbata berxwdêr û tevahiya gelê xwe re dixwazin."