​​​​​​​Şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya serkeftinê ye

Berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ku li gorî şerê gel ê şoreşgerî hate raberkirin bi serkeftinê tacîdar bû. Di vê berxwedanê de yekitiya pêkhateyan li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk  adagirker de derket holê. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: "Li hemberî gefên Erdogan em  heman berxwedaniyê nîşan bidin. Bi teqez wê serkeftin para me be."

​​​​​​​Şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya serkeftinê ye
24 hezîran, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Ji 2500 hezar sal ve gelê Kurd ji bo mafê xwe tê dikoşe û serî ji dijmin re netewandiye. Di dîrokê de ev gel bi qehremantiya xwe tê naskirin û gelek şoreş, serhildan û şer li dar xistin, lê ji ber lawazbûna stratejiya leşkerî û xiyanetê lê serketina wan negihiştin serî

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, divê gelên herêmê li gorî stratejiya nû xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin, sûdê ji şaştî û tecrûbeyên berê bigirin, li gorî şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

Bi pêşketina pergala dewletê re ku ji aliyê modernîteya kapîtalîzmê ve hatiye avakirin, li her dewletekê sîstema artêşê hate avakirin da ku gel dev ji rêgeza xweparastinê berde û bê îrade bimîne û gel wisa texmîn bike ku ev artêş ji bo parastina wê hatiye avakirin.

Bi destpêka êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmê re, gelên herêmê bi hemberî komkujiyan re rû bi rû man, nemaze ku artêş a ku qaşo parastinê dike, dev ji wan berda. Mînaka herî nêzî li Şengalê  bû. Dema çeteyên DAIŞ'ê di 2014'an de êriş kirin, çekdarên PDK'ê reviyan û Êzidî li hemberî fermanekê rû bi rû hiştin. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê xwe li gorî fikirê neteweya demokratîk bi rêxistin kir, bi îradeya xwe li hemberî çeteyan sekinîn û ew têk birin.

Niha jî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan gefên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Şêniyên herêmê ku li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tev digerin ji bo xweparastinê amade ne.

'LI GORÎ TÊGEH Û SÎSTEMEKE NÛ EM XWE BI RÊXISTIN DIKIN'

Der barê van gefan de, welatiyê bi navê Salih Omer ê ji bajarê Qamişlo got: "Artêşa Tirk a dagirker gefên êrişeke nû li ser herêmê dixwe. Em jî li gorî têgeh û sîstemeke nû amadekariyan dikin. Em xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dikin. Her êrişek wê bi berxwedaneke mezin rû bi rû bimîne."

Omer anî ziman ku ew ê li hemberî plana Erdogan a avakirina "herêma ewle" bisekin û wiha domand: "Tirkiyê behsa kijan aramiyê dike. Me tu aramî li herêmên dagirkirî nedîtiye. Lê qetilkirin, ne aramî, koçberî û sûc lê rû didin. Berovahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku yên herî ewle li Sûriyê ne."

'TENÊ BI BERXWDAN Û XWÎNÊ EM Ê WERIN NASKIRIN'

Têkildarî amadekariyên bersivdayîna gef û êrişan, Omer wiha got:   "Em li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin. Em ê ji şervanên xwe re yên bersiva êrişên dagirkeriya Tirk didin, bibin piştevan. Em ê parastin bikin ji ber ku em ji bo nifşên bê kar dikin. Ji bo ku cîhan îtîrafê bi me bike, divê em berdêl bi xwînê were dayîn ku ew jî bi berxwedanê tê."

'EM Ê HETA SERKEFTINÊ LI BER XWE BIDIN'

Omer di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd ne yê berê ye, niha xwe bi rêxistin kiriye, bendê tirsê şikandiye, di oxira azadiya xwe de amade ye berdêlên giran bidin û dê heta serekftinê li ber xwe bide. Her wiha got: "Ji ber vê yekê Erdogan dîn bûye, rojan gefan dixwe ku dê êrişên nû pêk bîne."

'JI BILÎ BERXWEDANÊ TU VEBIJÊRK TUNE YE'

Salih Omer diyar kir ku ne tenê gelê Kurd vê berxwedanê dike, heman demê Ereb û Suriyan jî li ber xwe didin û wiha pê de çû: "Armanca me ne kuştin, xirab û wêrankirin e, lê armanca me aştî ye. Dema ku êriş û şer li ser me werin kirin em amade ne li ber xwe bidin. Me êrişî tu kesî nekiriye û tênê berxwedan vebijêrka me ye."

'EM AMADE NE WEKÎ BERXWEDNA TAXA ŞÊXMEQSÛDÊ NÎŞAN BIDIN'

Omer berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqûsdê bi bîr xist û got: "Tevî ku niştecihên taxê ji hemû aliyan ve rastî êrişan hatin, lê xwe parastin û armancên xwe pêk anîne. Em jî amade ne heman berxwedanê nîşan bidin."

Welatiya bi navê Fatma Casim ji Qamişlo ye, li ser armancên gefên dewleta Tirk got: "Erdogan dixwaze bi dagirkirina herêmê me  serdema împratoriya Osmanî ya faîst zindî bike, mîna çawa li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kir. Niha jî dixwaze Minbic, Kobanê û Eyn Îsa dagir bike."

Fatma Casim diyar kir ku ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin û wiha domand: "Erdogan dixwaze em birtirsîne û me neçar bike ku em xaka xwe terk bikin. Lê em nahêlin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xaka xwe biparêzin. Çawama em li hemberî DAIŞ û rêxistinên herî tarî di cîhanê de bi ser ketin, em ê bi fikir û felsfeya rêber Ocalan bi ser bikevin, em ê ji bo paratina xak û milkên xwe tê bikoşin."

'ERDOGAN FERQÊ NAXE NAVBERA KURD, EREB Û XIRISTIYANAN '

Fatma Casim bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hişyar bin, dev ji xaka xwe bernedin û got: "Her çiqas Erdogan gefên xwe zêde bike, divê her kes jin û mêr çekê rakin. Gefên Erdogan ferqê naxwe navbera Kurd, Ereb û Xiristiyan. Ji ber ku armanca wî ne tenê Kurd e, lê belê dagirkirin e."

Fatma Casim bi bîr xist: "Dema ku osmaniyan 400 salî Sûriyê dagir kiribûn, ferq nexist navbera tu kesî. Armanca wan dagirkirin û talankirina xêr û bêra welatê me bû. Armancên Erdogan û hevalên wî heman in, ku biratiya gelan a ku rêber Abdullah Ocalan ji me re xêz kiriye, têk bibe."

'EM AMADE NE ÇEKÊ RAKIN'

Fatma Casim di dawiyê de got: "Em amade ne çekê rakin, em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî QSD'ê bisekinin. Em nahêlin ku Erdogan projeya me ya neteweya demokratîk têk bibe."

ANHA