Li Minbicê fermandareke ji Derayê

Fermandar Narîn Qamişlo ku bavê wê serbazekî hikumeta Şamê ye û ji pêkhatyea şîe ye, cihê xwe di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de digire. Li dijî êriş û gefan bang li ciwanan dike ku îro pêwîstiya welat bi wan heye, divê her kes li dijî dagirkeran berê xwe bide meclisên leşkerî.

Li Minbicê fermandareke ji Derayê
23 hezîran, 2022   23:37
MINBIC - CÎHAN BÎLGÎN

Di nava Meclisa Leşkerî ya Minbicê de gelek pêkhate wekî Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen cihê xwe digirin. Di nava wê rengîniya meclisê de fermandara jin Narîn Qamişlo jî cihê xwe digire. Ruxmî ku malbat û eşîra wê li dijî biryara tevlêbûnê derdikevin jî, ji biryara xwe danakeve. Di kurtejiyana Narîn Qamişlo de jî xuya dibe ku ji bo welatekî azad çi pêkhate, ol li herêmê hebin dive berdêla vê azadiyê bidin.

Wekî gelek şervanên di nava hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, çîroka Narîn Qamişlo jî tijî serhildan û eşqa têkoşînê ye. Destpêkê li dijî kevneşopên malbatê derdikeve, paşê sîstema nîjadperest nakokiyan di serê wê de çêdike, niha jî hemberî dagirkeran di xetên herî pêş de cihê xwe digire.  

Narîn Qamişlo li bajarê Dera ji dayik bûye. Ji mezheba şîe ye. Bavê wê ji ber ku serbazekî hikumeta Şamê bû, ferza wî li bajarê Qamişloyê çêbûbû. Di temenê 5 salî de hatine Qamişloyê. Lê dem bi dem jî diçûn Derayê. Di pêvajoya Bihara Gelan de Narîn Qamişlo li Derayê bû û wê demê nakokiyên wê dest pê kirine. Zilma li ser gelê Derayê ji nêz ve dîtiye. Ev jî bûye sedema tolhildanê ku yek ji hêviyên wê ye ku rojekê Derayê ji zilmê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk ava bikin.

Di temênên biçûk de şahîdiya zilmê û piştî ku hevala wê ya dibistanê di sala 2013`an de li Serêkaniyê şehîd dikeve, navê wê hildide û li bajarê Serêkaniyê sala 2019`an tev li YPJ`ê dibe. Têkildarî tevlêbûna xwe Narîn Qamişlo dibejê: “Piştî min şehadeta hevala xwe bihîst, yekser tev li YPJ’ê bûm. Jinên di nava hêzên leşkerî de û çekên wan gelekî bandor li min kir. Dema min jî çek rakir, bandor li gel jî kir. Ji bo ku ez xwîna hevala xwe û hemû hevalan li erdê nehêlim, min ev rê hilbijart.”

`DIVÊ EZ PARÇEYEKÎ VÊ ŞOREŞÊ BIM`

Malbata Narîn Qamişlo baasî ye. Têvî ku malbat û êşîra wê li dijî tevlêbûna wê derketiye jî, ji biryara xwe daneket. “Tevlêbûna min ne li gorî kevneşopên malbata min bûn.” Bi van gotinan Narîn Qamişlo nêzîkatiyên malbata xwe tînê ser ziman û wiha lê zêde dike: “Min xwest wan sînorên kevneşopî bişikînim. Li dijî wan hişmendiyan min çêka xwe hilda. Dema min dît hemû pêkhate; Kurd, Ereb, Çerkes, Suryan cihê xwe di nava hêzên leşkerî de digirin, min xwest ez jî tev lê bibim. Civaka me di nava zilmê de mezin bûye. Êdî min ev tehemûl nedikir. Min got divê ez parçeyekî vê şoreşê bim.”

Piştî demekê ji tevlêbûnê, Narîn Qamişlo malbata xwe dibîne û ji wan re van tiştan dibejê: “Ez ji bo dozekê li vir im û tev lê bûme. Divê hûn jî û hemû pêkhateyên herêmê xwedî li vê dozê derkevin.”

Narîn Qamişlo diyar dike ku divê êdî çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û wiha pê de diçe: “Wek jineke şîe ez bang li civaka Ereb dikim ku ji van kevneşopên xwe derkevin, ji ber ku her ev kevneşop mebi paş de dibin. Nahêlin em ji bo mafên xwe şer bikin. Di tevlêbûnê de min hîs kir ku mafê me heye û divê em ji bo mafê xwe jî şer bikin.”

`GER ÊRIŞ BIKIN YÊN BI SER BIKEVIN EM IN`

Piştî şerê Serêkaniyê Narîn Qamişlo derbasî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye. Têkildarî rewşa li Minbicê û gefên dewleta Tirk a dagiker van tiştan tîne ser ziman: “Em niha di rewşeke gelekî tevlihev û aloz de ne. Me cihê xwe di mewziyên şer de girtiye. Amadekariyên me yên li dijî êrişan hene. Gelên Minbicê jî piştgiriya me dikin û li kêlêka me ne. Ev dihelê ku gefên Erdogan ji niha ve têk herin. Em di vê baweriyê de ne ku ger êrişek bi ser me de were, em ê bi ser bikevin. Dijmin difikire ku bi çêkên giran dê vîna me bişikîne. Lê ew gavekê biavêjin em ê dehan biavêjin. Ev jî dihelê ku tirsek di dilê dijmin de çêbe. Armanca me ne şer e, aramî ye.”

Narîn Qamişlo destnîşan kir ku li ser gundewarên Minbicê keşfên dagirkeran didomin û got: “Hemwelatiyên li vir tên hedefgirtin. Hewldanên wan hene ku gelê herêmê li dijî me bi kar bînin, lê gel gihîştiye wê astê ku rastiya dijmin dizane."

‘LEŞKERÊN HIKUMETA ŞAMÊ TÊN TOPBARANKIRIN LÊ TU BERSIVÊ NADIN’

Li eniyên rastî êrişan tên, leşkerên hikumeta Şamê û Rûsyayê jî hene. Têkildarî sekna van hêzan di êrişan de Narîn Qamişlo dibêje: “Hikumeta Şamê û Rûsya li xetên pêş cih digirin lê tu bersiva êrişan nadin. Ruxmî ku bi taybet cihên hikumeta Şamê tên topbarankirin jî tu bersiv nayê dayîn. Ger şerek çêbe, ne hikumeta Şamê ne jî Rûsya tu bersivê nadin. Tenê şeklî di xetan de dimînin. Em jixwe hêza xwe ji wan nagirin ku hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Dema em şehîdekî didin wekî ku welatekî em didin, lê bi xwîna wan şehîdan jî em welatekî ava dikin. Her wiha em hêza xwe ji rêber Abdullah Ocalan digirin. Esasê xurtbûna vîna me jî ew e.”

`DIVÊ CIWAN TEV LI MECLISÊN LEŞKERÎ BIBIN`

Piştî gefên dagirkeran gelek ciwanên Minbicê berê xwe daye meclisa leşkerî. Ji bo vê tevlêbûna ciwanan Narîn Qamişlo got: “Ev tevlêbûn cihê keyfxweşiyê ye û em jê hêzê digirin. Lê divê ciwanên din jî tev li meclisên leşkerî bibin. Ji ber wê banga min li hemû ciwanan e ku îro pêwîstiya welatê me bi wan heye. Ji ber ku îro ger ez nebim parçeyek ji şoreşê û ew nebin parçeyek wê, kî dê were welatê me biparêzê?”

ANHA