Berendamtiya Ukrayna û Moldovayê ya YE’yê hat erêkirin

Yekitiya Ewropayê bi fermî Ukrayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet. Di civîna bilind a YE‘yê ya roja pêncşemê de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn.

Berendamtiya Ukrayna û Moldovayê ya YE’yê hat erêkirin
23 hezîran, 2022   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

27 welatan bi yek dengê berendamtiya Ukrayna û Moldavayê ji bo Yekitiya Ewropayê qebûl kir. Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky statûya berendamê Yekitiya Ewropayê ya welatê xwe wekî "demeke dîrokî" bi nav kir. Zelensky, êvara pêncşemê li ser Twitterê peyamek weşand û got: "Pêşeroja Ukraynayê di YE‘yê de ye."

Serokdewleta Moldovayê Maia Sandu jî qala rojeke dîrokî kir û li ser malpera xwe ya Facebookê peyamek weşand û got: "Li pêşiya me rêyeke zehmet heye ku xebat û hewldaneke zêde dixwaze."

Statuya berendam ne garantiya pejirandina bilez a Yekitiya Ewropa ye. Li gorî pêşniyara Komîsyona YE‘yê, divê danûstandinên endambûna YE‘yê bi Ukrayna û Moldovayê re tenê piştî ku şert û mercên reformê pêk werin dest pê bikin. Ew jî bi reformên dadwerî û têkoşînek bi ya li dijî gendeliyê ve girêdayî ye.

Ukrayna bi qasî çar meh berê, demek kin piştî destpêkirina êrîşa Rûsyayê, serlêdana qebûlkirina di nav YE‘yê kir. Piştî demekê û vir de cîranên piçûk ên Moldova û Gurcistanê yên li başûrê rojhilatê Ewrûpayê jî serlêdanên endamtiyê kir.

Gurcistana ku bi nifûsa xwe nêzî 3,7 mîlyon e, tenê heke hewcedariyên reforman pêk bîne dê statuya berendamtiyê bigre. Li gorî Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ew ji Moldova û Ûkrayna ku niha nêzî 2,6 mîlyon niştecî ne, pir bêîstiqrartir e.