Li Girê Spî ya dagirkirî  cotkar di çi rewşê de ne?

Li kantona Girê Spî ya dagirkerî, komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dest danîne ser zeviyên çandiniyên yên şêniyên ku hatine koçberkirin. Komên çete di çemê Qeremoxê de bendav çêkirine, bi vê yekê bi hezaran cotkar ji avdana zeviyên xwe yên çandiniyê bê par hiştin.

Li Girê Spî ya dagirkirî  cotkar di çi rewşê de ne?
24 hezîran, 2022   03:30
EYN ÎSA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kirine, şêniyên kantonê di hemû aliyan de bi taybet di aliyê aborî de zehemtiyan dibînin. Dagirker di pariyê jiyana cotkaran de şerê wan dike û wan ji ava pêwîst ji bo avdana zeviyan bê par dihêle.

Bi destpêka dagirkirina Girê Spî re, çeteyên dewleta Tirk ên ku navê artêşa nîtşimanî li xwe dikin, gendelî belav kirin, tevahî embarên genim talan kirin û bi tawanên cûda zeviyên çandiyê ji xwediyên wan standin.

TALANKIRINA ZEVIYÊN KOÇBERAN Û DIZIYA BERHEMAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, rûbera mezin a zeviyên çandiniyê ku li gundewarên rojavayê kantonê ye ji aliyê çeteyên ''Feyleq El-Mecid" ê girêdayî ''Artêşa Niştîmanî'' ve hatiye desteserkirin. Serçeteyên koma navborî  baregehên xwe li vî cihê ava kirine, erdên ku desteserkirin, diçînin û berhev dikin.

Serokê ''nivîsgeha aborî'' ya ser bi çeteyên ''Feyleq El-Mecid'' ve, Hec Ebdo El-Sefranî bûye mezintirîn cotkarên li herêmê. Çete El-Sefranî li gundên Til Ehmerê, Sosik, Yargoyî û Til Exder nêzî 5 hezar donim desteser kiriye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Girê Spî dane, çeteyên "Ketîbeya 51" yên girêdayî koma "Cebha El-Şamiyê" li gundê Tenhûza û Mitkelta yê rojavayê kantonê  zêdetirî 2 hezar zeviyên çandiniyê destser kirin.

AVÊ LI SER COTKARAN QUT DIKIN

Ji bo zêdekirina rûbera zeviyên ku çete Hec Ebdo El-Sefranî  stirên axê li ser Çemê Qeremox ê gundewarên rojavayê kantona Girê Spî danîn da ku ava çem qut bikin û berê herîka çem bide zeviyên ku desteserkirine. Ji ber vê yekê jî cotkar ji avê bê par man, ji ber tîbûnê, zeviyên wan nexasim ên demsala havînê telef bûne.

Cotkarên kantona Girê Spî di avdana zeviyên xwe de xwe dispêrin ava çemê Belîx û Qeremoxê. Cotkaran bi rêya jenartoran avê ji çem dikişandin û zeviyên xwe av didan. Lê di du salên borî de ji ber bilindbûna nirxê mazotê cotkaran dev ji jenartoran berdane. Nirxê her bermîlekê dighêje 400 hezar lîreyên Sûriyê û ew jî ji aliyê çeteyan ve tê kontrokirin.

GILÎ Û GAZINC.. KES GUHDAR NAKE

Li gorî çavkaniyekî, komeke cotarên ku ji ber kiryarên çete El-Sefran ê ziyan dîtine, li gelek aliyên li kantonê gilî kirine, lê hemû jî bê sûd bûn.

Ji aliyê ku gilî jêre kirin çeteyê bi navê El-Sefranî ye ku bi xwe banka çandiniyê kiriye cihê depokirina zeviyên xwe. Çete El-Sefranî cotkarên ku gilî kiribûn qewitand û gef li wan xwar. Paşê koma cotkaran serî li serçeteyê ''Feyleq El-Mecid'' ê bi navê Yasir Ebdurehîm dan, wî soza rakirina binpêkirinan û hesbaxwestinê da, lê ev jî bê sûd ma.

Li gorî heman çavkanî, gilî û gazincên ku ji kesê bi navê "Serokê Meclisa Herêmî ya Girê Spî'' Salih El-Hac Ebdullah re hatin pêşkêşkirin vala bûn. Tevî ku biryara qedexekirina çêkirina bendavan û qutkirina ava çandiniyê derxistin, lê çete Hec Ebdo El-Seferanî li gorî biryarê tev negeriya û qutkirina ava çem berdewam dike.

Çavkanî anî ziman ku cotkarên herêmê ji daxwaz û giliyên ku pêşkêşî gelek aliyan kirine bêhêvî bûne.

(bx)

ANHA