​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Hezîranê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin bibîranîn.

​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
​​​​​​​Şehîdên meha Hezîranê li Qamişlo hatin bibîranîn
23 hezîran, 2022   17:07
QAMIŞLO

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên meha Hezîranê, di nav de şehîdên Komkujiya Helincê Zehra Berkel, Emîna Weysî û Hebûn Mele Xelîl, merasîmek li Pakrewaneha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê bi navê Kongra Star Rûken Cûdî  axivî, di destpêka axaftina xwe de  şehîdên komkujiya  gundê Helincê û şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn û wiha got: “ Em tevahî şehîdên meha Hezîranê bibîr tînin û bejna xwe li hember wan, dayik û bavan ditewînin. Dayikên şehîdan dayikên me ne, em zarokên wan in, em tu caran rêhevalên xwe ji bîr nakin. Em şopdarên rêya hevalên xwe ne. Me di vê meha Hezîranê de gelek şehîdên giranbuha dane, ji bo wê ji em tê xwestin em ala wan bigrin destê xwe û di her sîperên pêş yên şer de li ber xwe bidin. Ger em ala wan ranekin em nikarin bibin bersiv ji rêhevalên xwe yên şehîd re. Ji me tê xwestin em ala ku me ji wan girtî hertim bilind bikin ji ber ku serkeftin nêz e.”

Rûken Cûdî berxwedana gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bersiva êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker didin, silav kir.

Endama rêveber Kongra Star Rûken Cûdî wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Pêwîste em biçin ku derê em li ser berxwedanî û têkoşîna xwe rêhevalên xwe yên şehîd bin, divê em bibin layîqê rêhevatiya wan. Divê em şehîdên xwe ji bîr nekin. Em carekdin di kesayetên rêhevalên xwe yên şehîd de soza xwe em nû dikin. Bi rêbazê heval Zîlan em jiyanê ava bikin, bi rêbazê heval Sema em berxwedanê xurt bikin, bi rêbazê heval Gulan em çalakiyê û şer bilind bikin û bi rêbazê şehîd Zehra, dayê Emîne û şehîd Hebûn em rêxistinbûn û civakbûn ava bikin.”

Piştre endamê Maclisa Malbatê Şehîdan Emran Saroxan li ser bîranîna şehîdan helbest xwend.

Di dawî de bi duruşma “ Şehîd Namirin” bîranîna şehîdan bi dawî bû.

 (dg)

ANHA